Fetwayen Kurdi
Di rakirina xuslê de gelo şûştina qulên guharan jî şert e?

Di rakirina xuslê de gelo şûştina qulên guharan jî şert e?

Pirs: Guhên min bi qul in, lê ez guharan bi kar nayinim. Bi vê sedemê ez di xuslê de zehmetiyê dikişînim. Ez bi derziyê hewl didim ku avê bigihînim qulên guhê xwe, ev jî dibe sedemê ku ez pir li hemamê bimînim û guhê min binin birîn. Di xuslê de ma şert e ku av di qulên guharan jî de derbas bibe?

Bersiv: Di rakirina xuslê de ji bo ku av bigihîje gulên guharan tu carî derzî û hwd. bikar neyînin! Ev, ji aliyê dînî ve ne tiştekî pêdivî ye. Lewra qulên guharan ne ji derveyî bedena meriv e. Tiştê ku divê hûn bikin, pir hêsan e. Di dema serşûştinê de hûn ê nermikên guhê xwe bi awayekî hêdî bifirikînin. Tiştekî zêdeyî vê ne hewce ye ku hûn bikin. Dînê me, dînê hêsaniyê ye. Xwedê Teala di dawiya ayeta ku tarîfa desmêj û xuslê dike de wiha ferman dike:

Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe; Lê belê dixwaze we paqij bike û qenciya xwe li ser we temam bike, da ku hûn Wî bişêkirînin[1]

Ev ayet dide nîşandan ku Xwedê naxwaze zehmetiyê derxe, lê dixwaze ku me paqij bike. Ji ber ku hukmekî şilkirina qulên guharan pêwîst bike tune ye, kirina vî karî di xuslê de xuya ye ku dê zehmetiyê ji însên re derxe holê.



[1] Maîde, 5/6.