Fetwayen Kurdi
Meriv heta kengî dikare bi cenabet bisekine?

Meriv heta kengî dikare bi cenabet bisekine?

Pirs: Piştî têkilatiya cinsî gelo herî zêde heta kengî meriv dikare rakirina xuslê bi dereng bixe? Lewra rakirina xuslê sere sibê zehmet e. Eger ez berî limêja nîvro serê xwe bişûm dibe?

Bersiv: Bi şertê ku tu limêj li we neçin, di derengxistina rakirina xuslê de tu pirsgirêk tune ye. Li gorî dînê me, kesê ku bi sedemekî ji sedeman bi cenabet bikeve ango rakirina xuslê li ser lazim bibe, herî zêde bi qasî dema navbera du limêjan dikare bi cenabet bisekine. Sekna zêdeyî vê, ne caiz e.

Li gorî vê, hûn dikarin bi şev bi cenabetî razên. Lê belê, ji ber ku kirina limêja sibehê li ser we ferz e, divê hûn serê sibê hişyar bibin û xusla xwe rakin da ku hûn bikaribin limêj bikin. Tiştê ku divê hûn ji bîr mekin ev e: Xwedê Teala bi sebeb kirina limêjê rakirina xuslê, ferz kiriye. (Li ayeta 6’em ji sûreyê Maîde binihêrin.)