Fetwayen Kurdi
Ger musluman di rewşeke zor bin, ma raste ku meriv bo çûyina hecê pereyan kom bike?

Ger musluman di rewşeke zor bin, ma raste ku meriv bo çûyina hecê pereyan kom bike?

Pirs: Di rewşa ku muslumanên cîhanê birçî ne û Filistîn di halekî perîşan de ye, gelo rast e ku meriv bo çûna hecê pereyan bide ser hev?

Bersiv: Tayînkirina pêşanî yan jî paşênî di navbera fermanên Xwedê Teala de ne karê muslumanan e. Kesê misilman hem ji çûna hecê hem jî li hemberî peywirên xwe yên din berpirsyar e. Ji bo bicihanîna îbadetekê, ne lazim e ku meriv dev ji yeka din berde. Ji vê bonê di roja me de kesê misilman divê hem pereyan bide ser hev da ku bikaribe biçe hecê, hem jî divê alîkariya muslumanên din bike.