Fetwayen Kurdi
Piştî muayena jinekolojiyê ma lazim e ku pîrek xusla xwe rakin?

Piştî muayena jinekolojiyê ma lazim e ku pîrek xusla xwe rakin?

Pirs: Piştî ku pîrek li cem bijîşkê jinekolojiyê muayene bibin, ma divê ku xusla xwe rakin?

Bersiv: Piştî muayena jinekolojiyê, ne şert e ku pîrek xusla xwe rakin. Bo kirina limêjê girtina desmêjê bi tenê kafî ye. Rewşên ku xuslê pêwîst dikin; têkilatiya cinsî, di xew an jî di hişyariyê de menî ji meriv were û bo pîrekan jî piştî ku xwînmeh an jî çilê piştî wîladetê biqede.