Fetwayen Kurdi
Piştî tedawiya bo çêbûna zarokan ma divê ku pîrek xusla xwe rakin?

Piştî tedawiya bo çêbûna zarokan ma divê ku pîrek xusla xwe rakin?

Pirs: Da ku ez zarokan bînim ez tedawî dibim. Xwedê xwez bike di nêz de wê tedawiya min dest pê bike. Gelo piştî ku ez parza/aşî bibim, hewce ye ku ez xusla xwe rakim? Lekeyên ku piştre derdikevin holê ma dibin asteng bo kirina limêjê?

Bersiv: Li gorî agahiyên ku me ji bijîşkan bidest xistine, piştî parzayê/aşiyê dibe ku mîna êşa xwînmehê bi qasî 1-2 rojan êşa piştê bi pîrekê re peyda bibe û xwîneke hindik jê were. Ev, ne xwîna kirasa ye, belbî ev xwîneke ji bilî ya xwînmehê ye û bi sedem tedawiya ku dibîne ji pîrekê tê. Ji ber vê yekê divê ku hûn limêja xwe berdewam bikin. Ango dev jê bernedin. Û ji bo vî tiştî, ne hewce ye ku hûn xusla xwe jî rakin.