Fetwayen Kurdi
Meriv bi qesabî here hecê?

Meriv bi qesabî here hecê?

Pirs: Ez ê bi qesabî biçim hecê. Li gorî ku ji me re hatiye gotin, nîvê qesaban ji seet 6’ê sibehê heta 2’ê nîvro, ên din jî piştî 2’ê nîvro dê dest bi kar bikin. Qesabên ku dê ji seet 6’an heta 2’an kar bikin, çi li Muzdelîfeyê be çi jî di mesela recma şeytên de -roja cejnê ya yekem-, dê hin pirsgirêk derkevin pêşiya wan. Li gorî mezhebê Henefî, meriv divê çawa tev bigere?

Bersiv: Qesabên ku dê ji 6’an heta 2’an bixebitin, piştî ku weqfeya xwe ya Muzdelîfeyê kirin dê yekser biçin selexana Mînayê û dest bi karê xwe bikin. Ev kesên han îhramên xwe ji xwe nakin û heta seet 2’an dê qurbanan serjê bikin. Piştre dê recma şeytên bikin, piştre dê qurbana xwe jî serjê bikin, serê xwe biqusînin û ji îhramên xwe derên. Di serjêkirina qurbanên kesên din di wexta îhramê de tu mehzûrek tune ye.

Karkirina bi îhraman eger bibe sebebê ku qesab nikaribin tam bixebitin û destûr neyê dayin ku bi îhraman bişixulin, vê carê ev qesabên han dibin xwedî uzur, li benda limêja sibehê nasekinin û ji Muzdelîfeyê yekser dê dakevin Mînayê. Piştî limêja sibehê dê derkevin Mînayê recma şeytên bikin, porê xwe biqusînin û ji îhraman derkevin. Bi vî awayî dê bikaribin berî seet 6’an dest bi karê xwe bikin. Li gorî mezhebê Henefî kesê ku bi sedem uzrekî wacibên hecê terk bike, mîna weqfeya Muzdelîfeyê, tu tiştek lê nakeve.