Fetwayen Kurdi
Kesê nikaribe li Muzdelîfeyê bisekine ma divê çi bike?

Kesê nikaribe li Muzdelîfeyê bisekine ma divê çi bike?

Pirs: Kesê hecî dema ji ber sedemekî ku ne di dest de ye nikaribe weqfeya Muzdelîfeyê bike ango lê bisekine, divê çi bike?

Bersiv: Weqfeya li Muzdelîfeyê ji wacibên hecê ye. Ev wezîfa han, ji kesê bi sedem ku rê tije û girtîne û nikaribe di dema diyarkirî de xwe bigihîne wê derê, dikeve. Yanî tu tiştek lê nakeve.