Fetwayen Kurdi
Pîreka ku di heyza de be, gelo dikare Ke‘beyê tewaf bike?

Pîreka ku di heyza de be, gelo dikare Ke‘beyê tewaf bike?

Pirs: Pîreka ku di kirasa de be, gelo dikare tewafa ziyaretê bike?

Bersiv: Di derbarê ku pîreka di kirasa de ye ji bilî tewafa hecê, dikare hemî menasikên hec û ‘umreyê bike, hin hedîs hene:

Ji Hezretî Eyşe hatiye ragihandin:

“Ez di halê ku di kirasa de bûm, hatim Mekkeyê. Min Ke’be, tewaf nekir. Di navbera Sefa û Merweyê de se‘y nekir. Min Pêxemberê me vê ji rewşê agahdar kir. Wî wiha got: “Heciyên din çi bikin tu jî heman tiştî bike. Lê belê heta ku tu paqij nebî, Ke‘be’yê tewaf meke.[1]

 “Pîrekên ku di heyz û çila de ne, xusla xwe radikin, îhramên xwe girê didin û ji bilî tewafa Ke‘beyê, hemî menasikên xwe pêk tînin.”[2]

Di vê mijarê de Îbn Qeyyim el-Cewziyye -bi kurtasî- vê tesbîta han dike: “Di demên pêşî de karwanên ku ji bo pêkanîna îbadeta xwe dihatin hecê, heta tevan wezîfa xwe bi cih neanîna venedigeriyan welatê xwe. wekî mînak, dema ji karwan pîrekek biketa kirasa û tewafa xwe nekira, karwan li benda paqijiya wê pîrekê dima, heta pîrek paqij bibûna û tewafa xwe bikira piştre vedigeriyan welatê xwe. Lê belê di roja me de rewş ne wisa ye. Pîrekeke ku ji cihekî dûr ji bo bicihanîna îbadeta xwe hatibe û di rojên ku tewaf tê kirin de têkeve heyza, nikare tewafa xwe bike. Lê dibe ku karwan li bendê nesikine heta ji heyza paqij bibe û vegerin welatê xwe. Li gorî ku pîrek jî nikare ji wan veqete, xetera ku pîrek tewafê neke û vegere welatê xwe dertê pêşberî wê. Di vî halî de rewşeke awarte derdikeve holê. Û zerûret jî heraman mubah didêrin. Eger karwan, heta roja ku pîrek paqij bibe dê li Mekkeyê bimîne, divê ku pîrek heta dema paqijiya xwe ji xeyrî tewafê hemî wezîfeyên xwe yên hecê bike. Dema ku paqij bû jî dê tewafa xwe bike. Lê eger karwan heta roja paqijiya pîrekê dê li Mekkeyê nemîne, wê gavê pîrek, dê di heyza de tewafa xwe ya ziyaretê bike.”[3]

Li gorî me jî nerîna herî munasib, ev e.



[1] Buxarî, Hec, 81; Muslim, Hec, 120; Ehmed kurê Henbel, Musned, 6/39, 219, 273.

[2] Tirmiz, Hec, 98; Ebû Dawûd, Menasik, 9; Ehmed kurê Henbel, Musned, 1/364.

[3] Îbn Qeyyim el-Cewziyye, Î‘lamu’l-Muvaqqi‘în, Beyrût 1986, III, 25-40.