Fetwayen Kurdi
Kesên heca îfradê dikin an jî yên ku nikarin qurbanekê serjê bikin

Kesên heca îfradê dikin an jî yên ku nikarin qurbanekê serjê bikin

Pirs: Di pirtûkên fiqhê de derbas dibe ku kesê niyeta heca îfradê anîbe bê ku qurbanekê serjê bike dikare hecê bike. Di ayeta 196’an ji sûreyê Beqere de jî di derbarê kesê ku nikaribe qurbanekê serjê bike, hukmê ku divê rojî bigire heye. Gelo ev hukmê han, ji bo kesê di hecê de nikaribe qurbanê serjê bike (pereyê wê nemîne) jî derbas dibe yan na?

Bersiv: Beşa têkildar ji ayeta 196’an ji sûreyê Beqere mealen wiha ye:

Eger hûn ewle bûn, vêca ji bo kesê ku bixwaze heyanî rojên hecê ji ‘umreyê sûdê wergire, divê qurbaneke ku jê re hêsan be, şerjê bike. Kesê ku wê bidest nexe, sê rojan li hecê û heft rojan jî dema vegeriya malê rojî digire. Ev bi tevayî deh roj in. Ev, ji bo yê ku malbata wî ne li derdora Mizgefta Heramê be. Ji Xwedê bitirsin. Bizanin ku ezabê Xwedê pir dijwar e.”

Li gorî vê ayetê, kesên heca îfradê bikin ango yên ku ‘umreyê nekin; belbî sirf îbadeta hecê bikin, me lazim e ku qurbanê serjê bikin. Lê yên heta dema hecê ‘umreyê bikin (kesên temettu‘ an jî heca qîranê bikin) divê ku qurbanekê serjê bikin. Eger bi sedem tunebûna pereyan û hwd. nikaribin qurbanê serjê bikin, sê roj li hecê û li vegerê heft roj bi tevahî deh rojan dê rojiyê bigirin.