Fetwayen Kurdi
Meriv dikare têkilatiyên xwe ji eqrebayên xwe bibire?

Meriv dikare têkilatiyên xwe ji eqrebayên xwe bibire?

Pirs: Bavê min mirovekî pir bi ‘irn û ‘înad e. Bi eqrebayan re li hev nake, ji wan xeyidiye û bi wan re xebernade. Rewş gihaştiye asteke ku êdî bi kurê xwe re jî xeber nade. Ez dixwazim ku bavê min misilmantiya xwe bê kêmasî bijî, mafan bin pê neke û bi her kesî re xweş derbas bike. Dibêje ku eger hûn bi eqrebayan re xeber bidin û hûn wan ziyaret bikin ez heqê xwe li we helal nakim. Ez çawa dikarim ji vê pirsgirêkê xwe xelas bikim?

Bersiv: Di serî de ayetên di derbarê mu‘amela xweş bi eqrebayan re nîşanî bavê xwe bidin. Şîrove bikin, bê ka Xwedê Teala û Qasidê Wî çiqas îhtimam dane vî karî. Eger dizane bixwîne bila ew bi xwe bixwîne û eger nizanibe hûn jê re bixwînin û ew jî bila guh bidêre. Digel wan tiştan eger seydayekî ku ew jê hezdike û wî di’ecibêne hebe, bila ew jî mijarê jê re şîrove bike. Dîsa jî ji ya xwe venegere, hûn dilê wî nehêlin û bi xweşî pê re derbas bikin. Lê belê têkilatiyên xwe jî ji merivên xwe nebirin. Ew nexwaze jî hûn eqrebayên xwe ziyaret bikin û li halê wan bipirsin. Û tu heqê bavê we tune ye ku bibêje “Ez heqê xwe helal nakim”. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger dê û bav, bi te re têbikoşin da ku ya tu pê nizanî ji Min re bikî şerîk, wê çaxê tu bi gotina wan meke! Li dinyayê bi wan re xweş derbas bike û tu bide rêya kesê berê xwe daye Min. Paşê vegera we bes bi bal Min ve ye. Wê çaxê ya ku we dikir Ez ê we pê agahdar bikim.”[1]

Hay ji Xwedayê ku hûn bi navê wî tişta jihev dixwazin hebin û hay ji pêkanîna mafê xizman jî hebin.”[2]

Mafê lêzim, xizan û rêwiyan bide, lê îsrafê meke.”[3]

Sehabiyek dipirse: Ey Qasidê Xwedê! “Ez qencîyê bi kê bikim”, Qasidê Xwedê wiha bersiv dide: “Qencîkirina bi diya xwe, bavê xwe, xwişkên xwe, birayên xwe û yên li pey wan tên, erka te ye.”[4]

Di hedîseke din Qasidê Xwedê wiha dibêje: “Kesê ku baweriya wî bi Xwedê û roja qiyametê heye, bila îkrama mêhvanê xwe bike. Kesê ku baweriya wî bi Xwedê û roja qiyametê heye, bila bi eqrebayên xwe başiyê bike. Kesê ku baweriya wî bi Xwedê û roja qiyametê heye, bila ya tiştekî bi feyde bibêje yan jî xebernede.”[5]



[1] Loqman, 31/15.

[2] Nîsa, 4/1.

[3] Îsra, 17/26.

[4] Buxarî, Edeb, 25.

[5] Buxarî, Edeb, 85; Muslim, Îman, 74-75.