Fetwayen Kurdi
Qurbanên ku li hecê tên serjêkirin, ma tên îsrafkirin?

Qurbanên ku li hecê tên serjêkirin, ma tên îsrafkirin?

Pirs: Li gorî nûçeyeke ku di kanalekê de derket, qurbanên li hecê tên serjêkirin li cihekî ku kamera wan nakişîne tên tomarkirin û ew goşt ne li feqîran tê belavkirin û ne jî tê parastin. Ev mijar fikr û ramanê min tevlihev kir. Di dînê me yê ku îsraf tê de ne caiz e, kirina tiştekî wiha ma rast e?

Bersiv: Rast e, mixabin di salên berê de tiştên mîna vê bûyerê qewimîn. Elbet ev tiştê han bi tu awayî nayê qebûlkirin. Lê belê, tê dîtin ku di salên dawî de bi taybetî jî di encama rêxistinên mezin de goriyên ku li hecê tên serjêkirin digihîjin welat û dewletên feqîr. Divê meriv ji hemî tiştên di televîzyonan de derdikeve, bawer meke.

Hûn dikarin bersiva me ya bi awayê vîdeoyê ji lînka jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/hacda-kurbanlarimiz-gercekten-kesiliyor-mu.html