Fetwayen Kurdi
Bo çûna hecê ma ez dikarim krêdiyê bikişînim?

Bo çûna hecê ma ez dikarim krêdiyê bikişînim?

Pirs: Niyeta min a çûna hecê heye, lê pereyê min tam têr nake. Gelo durist e ku ez tiştê mayî bi kirêdiya ji bankê temam bikim?

Bersiv: Krêdî, deynê bi zêdeyî ango bi faîz e. Faîz jî ji qedexeyên Xwedê yên herî mezin e. Ji bo çûna hecê be jî bi tu awayî ne durist e ku meriv faîzê bigire. Eger pereyê meriv têr nekin, jixwe hec li we ferz nebûye. Ji ber vê yekê xwe nexin zor û zehmetiyan.