Fetwayen Kurdi
Pîreka ku li cem doktorê zilam muayene bibe, ma lazim e ku xusla xwe rake?

Pîreka ku li cem doktorê zilam muayene bibe, ma lazim e ku xusla xwe rake?

Pirs: Ez ducanî me, li cem bijîşkekî zilam muayene bûm. Dibêjin ku divê tu xusla xwe rakî. Gelo tu delîla vê gotinê heye?

Bersiv: Tu delîleke ku rakirina xuslê ji bo pîrekên li ba bijîşkên zilam muayene dibin pêwîst bike, tune ye.

Rewşên ku xuslê pêwîst dikin; têkilatiya cinsî, di xew an jî di hişyariyê de menî ji meriv were û bo pîrekan jî piştî ku xwînmeh an jî çilê piştî wîladetê biqede. Muayenebûna li cem doktorê zilam, ne yek ji van e jî.