Fetwayen Kurdi
Îbadeta hecê ma dibe sedemê biderengxistina zewacê?

Îbadeta hecê ma dibe sedemê biderengxistina zewacê?

Pirs: Ez merivekî 25 salî me, karê mamostetiyê dikim û ezeb im. Di van deman de di zewacê de difikirim. Bi ya ku difikirim pê re bizewicim re hemî şert û mercên pêwîst me pêk aniye. Lê malbata keçikê, naxwazin vê salê jî keça xwe bidin, dixwazin biçin hecê. Di halê ku di malbatê de yeka berzewac hebe, ma rast e ku meriv here hecê? Ji aliyê dînî ve hukmê vê çi ye? Ma nabe ku malbata keçikê çûna xwe ya hecê salekê bi paşde bixin?

Bersiv: Merivê musluman, da ku keça xwe ya ezeb bizewicîne nikare heca ku li serê ferz e bi dereng bixe. Her wiha bi sedem diçin hecê, nikarin zewaca keça xwe jî bi paşde bixin. Ev herdu tişt bi hev re, ne girêdayî ne. Lewre divê ku herdu jî di vê salê de bên kirin.