Nexweşê ku tedawiya radyoterapiyê dibîne, ji dêla xuslê ma dibe ku teyemum bigire?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Xusul Tarih: 30 Mayıs 2015

Pirs: Ez nexweşê kansêrê me û detawiya tîrojê dibînim. Di dema radyoterapiyê de divê ez xwe neşûm. Ev jî nêzî meh û nîvekê ye. Lewre ez nikarim xusla xwe rakim. Cihê ku tîroj lê dikevin, divê av negihîjê. Ma ez dikarim teyemum bigirim? Birastî ez nizanim ka ez ê çi bikim?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

Xwedê her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike.”[1]

Di babeta mijarên dînî de Xwedê Teala tu zor û zehmetî li însanan bar nekiriye. Ew, wiha ferman dike:

Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe; lê belê dixwaze we paqij bike û qenciya xwe li ser we temam bike. Da ku hûn Wî bişêkirînin.”[2]

Di mijara dîn de Wî tu zehmetî li we bar nekiriye.”[3]

Li ser koran tu guneh tune ye, li ser seqetan tu guneh tune ye û li ser nexweşan jî tu guneh tune ye. Kî bi gotina Xwedê û Qasidê Wî bike, Xweda dê wî bixe bihiştên ku di binê wan de çem diherikin. Kî jî li paş bimîne, Xwedê dê bi ezabekî dijwar wî ceza bike.”[4]

Eger di hundirê vê demê de divê ku av negihîje tu cihekî ji bedena we, wê gavê hûn dikarin teyemum bigirin. Ev, ji bo we hêsaniyek e ji aliyê Xwedê ve ye. Lê cihê tê tedawîkirin, eger biçûk be û şûştina deverên din dê zirarê nedê, ew der dê bi paçekî bê girêdan û cihê mayî jî dê bê şûştin. Jixwe şertê vê jî ev e ku zirarê nede tedawiya we. Eger zirarê bide, mîna ku me di berê got, divê hûn teyemum bigirin.

Bûyereke ku di serdema Pêzxember de (s.a.w) qewimiye û têkilatiya wê bi vê mijarê re heye wiha ye:

Li gorî ku ji Cabir kurê Ebdullah (x.j.q) hatiye ragihandin, wî wiha gotiye:

Em derketibûn rêwîtiyekê, kevir li zilamekî bi me re bû ket û serê wî şikand. Paşê vî zilamê han bi cenabet ket. Ji hevalên xwe pirsî: “Hûn ruxseta ku ez teyemumê bigirin dibînin?” Wan jî got ku: “Tu dikarî avê bikar bînî, em bo te ruxseta (teyemum girtinê) nabînin.” Li ser vê yekê, zilam serê xwe şûşt û di encama wê de mir. Dema em derketin hizûra Pêxember (s.a.w), ev bûyer jê re hate gotin. Li ser vê, Pêxemberê me (s.a.w) wiha got:

Zilam kuştine, Xwedê jî wan bikuje! Madem nizanibûn, çima nepirsîn? Dermanê nezanînê, pirskirin e. Teyemum jê re bes bû. Divê birîna wî bi paçekî bihata girêdan û ser wê bihata mesihkirin, piştre jî tiştî mayî ji laş bihata şûştin.”[5]



[1] Beqere, 2/286.

[2] Maîde, 5/6.

[3] Hec, 22/ 78.

[4] Fetih, 48/17.

[5] Ebû Dawûd, Teharet, 125, jimara hedîsê: 336.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Mislimanên ku limêj nakin, ma divê ku ew jî xusla xwe rakin? 26.04.15 1.164
2 Piştî ku xwînmeha pîrekê biqede, ma dikare bi zilamê re rakeve yan divê berê xusla xwe rake? 03.07.15 1.171
3 Meriv çawa xuslê ji ser xwe radike? 24.03.15 1.293
4 Piştî muayena jinekolojiyê ma lazim e ku pîrek xusla xwe rakin? 28.04.15 1.231
5 Eger piştî xuslê cihekî ziwa ji bedenê mabe divê meriv çi bike? 06.07.15 1.104
6 Niyeta xuslê çawa tê anîn? 26.03.15 1.264
7 Piştî tedawiya bo çêbûna zarokan ma divê ku pîrek xusla xwe rakin? 30.04.15 1.084
8 Qirêja ku ji guhan derdikeve ma xuslê betal dike? 07.07.15 1.130
9 Meriv dikare bi rakirina xuslê bi tenê limêj bike, an divê meriv desmêj jî bigire? 28.03.15 1.290
10 Pîreka ku li cem doktorê zilam muayene bibe, ma lazim e ku xusla xwe rake? 29.05.15 1.244
11 Ma rast e ku bi dîtina avê teyemum betal dibe? 12.07.15 1.178
12 Dagirtina diranan, ma dibe asteng bo rakirina xuslê? 29.03.15 1.160
13 Nexweşê ku tedawiya radyoterapiyê dibîne, ji dêla xuslê ma dibe ku teyemum bigire? 30.05.15 1.351
14 Ma dîn jî xusla xwe radikin? 14.07.15 1.296
15 Ma meriv di serşokê de zêde bimîne guneh e? 31.03.15 1.247
16 Ez nexweş im. Heta ji nexweşiya xwe baş bibim ma ez dikarim xwe neşûm? 03.06.15 1.185
17 Ma menî, mezî û wedî çi ne? 01.04.15 1.343
18 Bikaranîna bandên akupunkturê gelo dibe asteng bo rakirina xuslê? 08.06.15 1.143
19 Ma xusul kengî li ser meriv ferz dibe? 09.04.15 1.120
20 Li malên ku ava germ lê tune ye, mesela desmêj û xuslê dê çawa bê çareserkirin? 11.06.15 1.154
21 Tê gotin ku di binê her mûyekî de cenabet heye. Gelo ev rast e? 10.04.15 1.158
22 Di rewşên ku em nikarin xwe bişûn de ma dibe em teyemum bigirin? 13.06.15 1.081
23 Ma pîrek jî bi cenabet dikevin? 14.04.15 1.216
24 Di xuslê de ma divê ku pîrek guliyên xwe vekin? 14.06.15 1.134
25 Meriv dikare kincên di dema cenabetê de piştî rakirina xuslê dîsa lixwe bike? 15.04.15 1.223
26 Piştî têkilatiya cinsî bi seetekê menî parçe parçe diherike, divê ez çi bikim? 15.06.15 1.042
27 Gava meriv bi cenabetî li nivîna xwe razê û piştî rakirina xuslê dîsa lê rakeve ma careke din xusul lazim dike? 17.04.15 1.227
28 Ma ramûsan xuslê lazim dike? 17.06.15 1.074
29 Destdana kesê bi cenabet, kincan nepak dike? 19.04.15 1.167
30 Di munasebeta cinsî de kengî xusul lazim dike? 23.06.15 1.181
31 Di rakirina xuslê de gelo şûştina qulên guharan jî şert e? 20.04.15 1.204
32 Ma divê meriv çend gavan bimeşe û piştre xusla xwe rake? 28.06.15 1.099
33 Meriv heta kengî dikare bi cenabet bisekine? 21.04.15 1.091
34 Ma pîrek dê çawa xusla xwe rakin? 01.07.15 1.136
35 Kesê xusla xwe ranekiribe û miribe, rast e ku dê di dojehê de bişewite? 24.04.15 1.087
36 Gelo ji mêr û jinê divê kîjan berê xusla xwe rake? 02.07.15 1.094