Fetwayen Kurdi
Bikaranîna bandên akupunkturê gelo dibe asteng bo rakirina xuslê?

Bikaranîna bandên akupunkturê gelo dibe asteng bo rakirina xuslê?

Pirs: Bikaranîna bandên akupunkturê gelo dibe asteng bo rakirina xuslê?

Bersiv: Çawa ku bikaranîna bandên akupunktûrê xuslê li meriv lazim nake, her wiha bi awayê ku ew band bi guh an jî bi cihekî ji bedena meriv zeliqandî bin tu mehzûr tune ye ku meriv xusla xwe rake. Lewra ev, şeklekî dermankirinê ye.

Di babeta mijarên dînî de Xwedê Teala tu zor û zehmetî li însanan bar nekiriye. Ew, wiha ferman dike:

Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe; lê belê dixwaze we paqij bike û qenciya xwe li ser we temam bike. Da ku hûn Wî bişêkirînin.”[1]

Di mijara dîn de Wî tu zehmetî li we bar nekiriye.”[2]



[1] Maîde, 5/6.

[2] Hec, 22/ 78.