Fetwayen Kurdi
Îhram çi ye? Delîla pêdiviya girêdana îhramê çi ye?

Îhram çi ye? Delîla pêdiviya girêdana îhramê çi ye?

Pirs: Îhram çi ye? Delîla pêdiviya girêdana îhramê çi ye?

Bersiv: Kesê dest bi îbadeta hecê yan jî ‘umreyê dike, hin tiştên ku di demên normal de dikare bike, êdî lê heram/qedexe dibin. Jixwe îhram jî bi mena ketina di nav qedexeyeke wiha de ye. Îhram ji ferzên hec û ‘umreyê ye. Lewra heta ev pêk neyê, nayê hesab ku meriv dest bi îbadetê kiriye. Ev, wekî rewşa kesê ku dema dest bi limêjê dike çawa xwarin û vexwarin lê qedexe ye. Di limêjan de xwarin û vewarin û qedexeyên din, piştî niyetanînê û gotina “Ellahû Ekber” dest pê dike. Loma jê re “tekbîra tehrîmê” hatiye gotin, ango tekbîra ku hin tiştan li meriv heram/qedexe dike. Girêdana îhramê di hec an jî ‘umreyê de bi niyet û telbiyê pêk tê. Di ayeta têkildar de wiha tê fermankirin:

Mehên hecê, diyar in. Kî di wan mehan de dest bi hecê bike, êdî bila di hecê de nêzî bi bal jinan nebe, kirina gotinên nebaş û pevçûnê neke.”[1]

Destpêkirina hecê, meriv xwe ji qedexeyên ku di ayetê de derbas bûn, dûr bigire. Ji bo kesekî wiha nêçîr jî qedexe ye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Dema hûn di îhraman de bin (heywanên) nêçîrê nekujin.” [2]

Heta ku hûn di îhraman de bin ji bo we nêçîra bejahiyê jî hatiye heramkirin.” [3]



[1] Beqere, 2/197.

[2] Maîde, 5/95.

[3] Maîde, 5/96.