Fetwayen Kurdi
Di rewşên ku em nikarin xwe bişûn de ma dibe em teyemum bigirin?

Di rewşên ku em nikarin xwe bişûn de ma dibe em teyemum bigirin?

Pirs: Di rewşên ku em nikarin xusla xwe rakin de gelo dibe em bi tenê teyemum an jî desmêj bigirin? Mîna, gava em bo demeke dirêj bi mêhvanî diçin cem dê û bavê xwe, meriv here serşokê tiştekî şerm tê dîtin, di halên wiha de em xwe dûr digirin. Ma rêyeke hêsan bo vê tune ye? Wekî din jî piştî desmêjeke normal, meriv potekî şil bike û tevdê bedena xwe pê paqij bike, gelo dikeve şûna xuslê? An jî divê av li ser laşê meriv biherike?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Dema we xwest hûn limêj bikin, rûyê xwe û destên xwe heta enîşkan bişûn, serê xwe mesih bikin herdu lingên xwe digel gwîzekan jî. Eger hûn bi cenabet bin xwe ji cenabetiyê paqij bikin. Eger hûn nexweş bin yan rêwî bin yan yek ji we ji avrêjê hatibe yan jî hûn hinguftbin jinan û we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemumê bigirin; rûyê xwe û destên xwe bi axê mesih bikin. Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe; lê belê dixwaze we paqij bike û qenciya xwe li ser we temam bike, da ku hûn Wî bişêkirînin.”[1]

Li gorî cihên ku binê wê xêzkirî ji ayetê, meriv encax di halê ku av tune be, eger hebe jî bi sedem nexweşî û hwd. dikare teyemum bigire. Ji lewra dema meriv rêwî be jî eger derfeta bikaranîna avê hebe, teyemum nayê girtin. Heman tişt bo mêhvandariyê jî derbas dibe. Ji ber ku di ayetê de bo girtina teyemumê şertê şermkirinê nabore, di rewşên wiha de divê ku meriv xusla xwe rake.

Hûn xwe nexin zehmetî û nerihetiyên bê luzûm. Berî niha bi 20-25 salan dê-bav, kur-bûk, tî-jintî her kes bi hev re di heman malê de dijiyan. Serşoka tevan yek bû û di ser de jî bo bidestxistina ava germ, çi zor û zehmetî didîtin. Digel her tiştî jiyan dewam kir û hate vê rojê. Şerma ji van tiştan tune ye. Bi çi sedemî dibe bila bibe, eger pêwîstiya rakirina xuslê pêk hat, divê bê rakirin. Wexta derfeta girtina xuslê hebe, desmêj bi tenê yan jî teyemum nayê girtin.

Gava we bi paçikekî şil bedena xwe paqij kir, eger av li ser cermê canê we biherike şûştin tê cih. Na eger neherike, xusul pêk nehatiye.



[1] Maîde, 5/6.