Fetwayen Kurdi
Di xuslê de ma divê ku pîrek guliyên xwe vekin?

Di xuslê de ma divê ku pîrek guliyên xwe vekin?

Pirs: Pîreka ku porê wê gulî be, ma divê ku bo rakirina xuslê guliyê xwe veke?

Bersiv: Eger av xwe bigihîne koka tayên serî, ne lazim e ku bê vekirin. Hedîsên ku bi vê meseleyê re eleqedar in wiha ne:

Ji Ummû Seleme (x.j.q) hatiye ragihandin ku wê wiha gotiye: Ji Qasidê Xwedê re pirsiye “Ey Qasidê Xwedê! Ez porê xwe baş dihonim, ji bo rakirina xuslê ma ez guliyê xwe vekim?” Wî wiha ferman kir: “Naxêr, tu sê caran avê li serê xwe bikî kafî ye, piştre tê temamê bedena xwe bişû, ha bi vî awayî tu paqij dibî.”[1]

Diya me Eyşe dibihîze ku ji sehabiyan Ebdullah kurê ‘Emr, emir dike ku pîrek di dema serşûştinê de divê guliyên xwe vekin. Li ser vê yekê gotiye; “Ez li vî kurê ‘Emr şaş dimînim, emrê pîrekan kiriye ku di dema rakirina xuslê de guliyên xwe vekin. Baş e, emrê wan nekiriye ku porê xwe biqusînin! Ez qesem dikim bi navê Xwedê, min û Qasidê Xwedê ji heman firaqê serê xwe dişûştin. Ji zêdeyî ku ez sê caran avê li serê xwe bikim min tiştekî din nedikir (Qasidê Xwedê jî mudaxele nedikir û nedigot “guliyê xwe veke.”)”[2]



[1] Muslim, Heyz, 58, (330); Tirmizî, Teharet, 77; Ebû Dawûd, Teharet, 99.

[2] Muslim, Heyz, 59 (331).