Fetwayen Kurdi
Berî îhraman ma caiz e ku meriv parfûm an jî deodorantê bikar bîne?

Berî îhraman ma caiz e ku meriv parfûm an jî deodorantê bikar bîne?

Pirs: Ma di bikaranîna bêhn, deodorant an jî mendîla bi kolonyayê berî girêdana îhramê bo hec û ‘umreyê de tu mehzûrek heye?

Bersiv: Li gorî piraniya aliman, piştî girêdana îhramê qedexe ye ku meriv misk, enber, kafûr û hwd. ji bêhnên xweş di bedena xwe yan jî di îhrama xwe bide. Li gorî fuqehayan, kesê di îhraman de ye dema bêhnê li laşê xwe, cihê lê radizê, îhrama xwe, li por û riha xwe bide, an jî parfûm û spreyê bikar bîne, ceza lê dikeve. Delîla vê jî ev riwayeta ye:

Ji Qasidê Xwedê hate pirsîn: “Di derbarê kesê bêhnê di xwe bide piştre cube li xwe bike û têkeve îhraman hûn nabêjin çi?” Wî jî wiha bersiv da:

Bêhna ku te li bedena xwe kiriya sê caran bişû. Cubeyê li ser xwe ji xwe bike. Piştre tiştê te di hecê de dikir, di ‘umreyê de jî bike.”[1]

Malikî, bêhnê dikin du beş. Yek jê ya ku tê hiskirin û rengê wê namîne mîna yasemîn, rihan, gul, menekşe û bêhnên wekî van. Ya din jî ya ku bêhna wê tê hiskirin û rengê wê jî dimîne mîna zeferan, kafûr, enber û hwd. Bêhnkirin û bikaranîna ya yekem mekrûh e û fidyê lazim nadêre. Bikaranîna ya duyem an jî destdana wê çi bêhn bê hiskirin çi jî neyê hiskirin, çi bandor bike çi neke mekrûh e û fidye pêwîst dike. Li gorî Henefî û Henbeliyan, bi tu awayî ne durist e ku meriv bêhnê di kincên xwe bide.

Digel vê jî riwayeta ku ji diya me Eyşe hatiye ragihandin, ji ber ku di Heca Xatirxwestinê de di sala dehê koçbûnê de pêk hatiye, ev rewşa dawî hukmê ku di bûyera yekem de hatiye ji holê radike. Hedîsên ku mezhebê Şafiî jî di mijara kesê di îhraman de be dikare bêhnê di kincên xwe bide wiha ne:

Ji diya me Eyşe wiha hatiye ragihandin:

Dema Qasidê Xwedê îhrama xwe girêdida, min bêhna herî xweş ya ku min bidîta tê dida.”[2]

Qasidê Xwedê, dema telbiya dianî, çirûskên miskê yên ku di nav porê wî de li ber çavê min in.[3]

Qasidê Xwedê, dema dê îhramên xwe girêbidana bêhna herî xweş ya ku bidest bixista bikar dianî. Piştre min çirûskên bêhnê di ser û riha wî de didîtin.”[4]

Ev gotin didin nîşandan ku bêhna meriv di xwe dide eger piştî girêdana îhramê jî dewam bike, ne qedexe ye. Ev bûyer di gava Heca Xatirxwestinê de çêbûye. Eger tiştekî mehzûr bûna, Qasidê Xwedê dê destûr nedana. Heta bikaranîna bêhna xweş berî girêdana îhramê, ne bi tenê caiz e belbî, bi sedem ku helwesta Pêxember e (s.a.w) meriv dikare wekî sunetê jî binirxîne.[5]



[1] Buxarî, Hec, 17, ‘Umre, 10; Muslim, Hec, 6.

[2] Buxarî, Hec, 7, Libas, 79, 81; Muslim, Hec, 37; Tirmizî, Hec, 77; Darimî, Menasik, 10.

[3] Muslim, Hec, 39.

[4] Muslim, Hec, 39.

[5] Çavkanî: Abdullah Tırabzon, Hac İbadetinde Yasak Davranışlar, Teza Doktorayê ya neçabûyî ye, İstanbul Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü, İstanbul 2008, rp. 122-124.