Fetwayen Kurdi
Meriv kengî ji îhramê derdikeve?

Meriv kengî ji îhramê derdikeve?

Pirs: Min ji nivîsa di malpera we de ya di derbarê Heca Pêxemberê me de ev encama derxist: Hezretî Pêxember dema ji Medîneyê tê Mekkeyê, bi sedem ku bi xwe re heywanên qurbanê anîbûn heta ew gorî nekirin di îhraman de maye, lê yên ku bi xwe re qurban neanîbûn li wan ferman dike ku ji îhraman derkevin. Di roja me de yên diçin hecê, digel ku niyeta gorîkirina qurbanê dikin jî piştî ‘umreyê ji îhramê derdikevin. Ma ev kirin (heca temettu‘ê) durist e? Tiştê ez dizanim, endamê hecê ya dê heca qîranê (heta qurbanê serjê bike dê di îhrama de bimîne) yan jî heca îfradê bike (bê ku qurbanê gorî bike dê ji îhrama derkeve). Gelo encama ku ez gihaştimê rast e?

Bersiv: Kesê heca îfradê bike, ne lazim e ku qurbanê serjê bike. Lê kesê digel hecê ‘umreyê jî bike divê ku qurbanekê gorî bike. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“… Eger hûn ewle bûn, vêca ji bo kesê ku bixwaze heyanî rojên hecê ji ‘umreyê sûdê wergire, divê qurbaneke ku jê re hêsan be, şerjê bike. Kesê ku wê bidest nexe, sê rojan li hecê û heft rojan jî dema vegeriya malê rojî digire. Ev bi tevayî deh roj in. Ev, ji bo yê ku malbata wî ne li derdora Mizgefta Heramê be. Ji Xwedê bitirsin. Bizanin ku ezabê Xwedê pir dijwar e.”[1]

Kirina hec û ‘umreyê bi hev re yan mîna ku Pêxemberê (s.a.w) kiriye bi îhramakê tê kirin, yan jî wekî ku pirê sehabiyan kiriye berê ‘umre tê kirin, piştî derketina ji îhraman, bo hecê meriv careke din îhraman girê bide tê kirin.



[1] Beqere, 2/196.