Fetwayen Kurdi
Ma ramûsan xuslê lazim dike?

Ma ramûsan xuslê lazim dike?

Pirs: Dema ez jina xwe ramûsim an jî dema em hevdu mist bidin, gelo xusul lazim dike? Li gorî ku ez dizanim di têkilatiya cinsî bi tenê de xusul lazim dike. Eger meriv cimayê neke bi tenê hevdu bifirikîne ma dîsa jî divê ku meriv serê xwe bişû? Lewra pîrek du av ji wan tê; yek jê aveke şemitokî ye, ya din jî ya ku Serwerê me (s.a.w) gotiye aveke zer e. Ji kerema xwe re bi min re bibin alîkar. An jî her kesê zewicandî ji ber ku jina xwe ramûsaye serê seetekê ma divê ku serê xwe bişû?

Bersiv: Ji bo ramûsanê yan jî mistdanê bi tenê xusul lazim nake. Rewşa ku xuslê pêwîst dike yan munasebeta cinsî yan jî munasebet pêk neyê jî ku avik ji meriv biherike. Di encama ramûsandinê yan jî mistdanê de eger avik ji meriv neherike, lê bi sebeb şehwetê bi tenê ava zewqê/şemitokî ji meriv were, xusul lazim nake. Ji ber vê yekê bi tenê desmêj dişikê.