Fetwayen Kurdi
Hukmê xeberdana pîrekê bi zilamên biyanî re çi ye?

Hukmê xeberdana pîrekê bi zilamên biyanî re çi ye?

Pirs: Xeberdana pîrekê bi birê mêrê xwe re heram an na? Û ma di serdema Pêxember (s.a.w) de têkilatiyên xizman bi hev re çawa bû?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

“Ji zilamên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin. Lewra ev, ji bo wan çêtir e. Bêguman Xwedê ji ya ku ew dikin agahdar e.

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. Bila (bi tepînî) lingên xwe li erdê nedin ku êdî xişrên wan ên veşartî bêne zanîn. Gelî bawermendan! Tev bi bal Xwedê ve tobe bikin da ku hûn serfiraz bibin.”[1]

Li gorî van ayetan, pîrek dikare bi zilamên ku behsa wan hat kirin re rûnê û serê xwe jî veke. Yanî nenixumîne. Ji bilî wan pîrek, li ba birên mêrê xwe û eqrebayê wî ji zilaman, nikare cihên xwe yên mehrem veke! Lê belê xeberdana bi wan re selamdayin û selamstendina ji wan, ne qedexe ye û bi şeklekî nixumandî dikare derkeve pêşberî wan. Nexeberdana ji binî ve û ne selamdayin û selamstendin îşaretên tundî û îfrata di dîn de ye. Bi şertê riayetkirina nixumandina rast û durist, ji bilî wan zilamên ku behsa wan di ayetê de hat kirin, pîrek dikare bi wan re xeber jî bide. Tiştê hatiye qedexekirin ku pîrek bi zilamekî xerîb re bi tenê û di cihekî girtî de bisekine yan jî rûnê. Hedîseke ku bi vê mijarê re têkildar e wiha ye:

Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:

Ez, çûna bi bal pîrekeke ku mehremek pê re tune be, li we qedexe dikim.” Li ser vê gotinê pîrekekê ji Ensariyan pirsî:Ey Qasidê Xwedê! (Di derheqê eqrebayên ji bilî bav û lawan de tu nabêjî çi?)” Qasidê Xwedê wiha bersiv da: “Xelweta (sekna) bi wan re mirin e.”[2]

Bi şertê ku ne li cihekî girtî û bi tenê be, pîrek dikare li derdoran bi zilamên xerîb re bisekine û dikare ji wan re xizmetê jî bike. Di derbarê vê mijarê de ji serdema Pêxember (s.a.w), bi rêyeke sehîh wiha hatiye ragihandin:

“Sehl kurê Se‘d (x.j.q) wiha gotiye: Dema ku Ebû Useyd es-Sa‘îdî zewicî, Pêxember û hevalên wî jî bi bal xwarina dawetê vexwendin. Ya ku xwarin çêkiribû û danîbû ber wan ji Ummû Useyd ya nû zewicîbû pê ve ne keseke din bû. Wê, ji êvarê ve di beroşek ji kevir xurme şil kiribûn, piştî ku Pêxember (s.a.w) xwarina xwe qedand pîrekê bi destê xwe, wê şîra han îkramî Pêxemberê me dike, bi vî awayî îkramî wî dike û pê dide vexwarin.”[3]

Ebû Hezim (x.j.q) wiha gotiye. “Min ji Sehl kurê Se‘d bihîstiye: Ebû Useyd es-Sa‘îdî, Pêxember (s.a.w) da‘wetî xwarina daweta xwe kir. Wê rojê pîreka wî ya ku hêj bûka nû bû, xizmeta wan dikir… ”[4]



[1] Nûr, 24/30-31.

[2] Buxarî, Nîkah, 112; Muslim, Selam, 8 (2171).

[3] Buxarî, Nîkah, 78.

[4] Buxarî, Nîkah, 79.