Fetwayen Kurdi
Di munasebeta cinsî de kengî xusul lazim dike?

Di munasebeta cinsî de kengî xusul lazim dike?

Pirs: Eger meriv bi pîreka xwe re têkeve munasebeta cinsî, lê berî ku avik biherike bi sedemekî ji sedeman meriv dawiyê lê bîne, gelo dîsa jî divê ku meriv serê xwe bişû? Ez vê pirsê ji ber vî sebebî dikim: Di pirtûka hedîsê ya bi navê Cem‘ul Fewaidê de di cildê yekem rûpelê 123’an li gorî hedîseke ku ji Îmam Muslim hatiye girtin, dibêje ku xusul ne lazim e. Lê li gorî hedîsên di heman rûpelî de ne û yên ku di rûlepên din de derbas dibin, divê ku meriv xusla xwe rake. Di vê rewşê de gelo kîjan hedîs bêhtir saxlem e?

Bersiv: Divê ku serê xwe bişû. Lewra di Qur’ana Pîroz de wiha tê ferman kirin: “Eger hûn bi cenabet bin xwe ji cenabetiyê paqij bikin.”[1] Di zimanê Erebî de cenabet, bi mena munasebeta cinsî ye, çi avik were çi jî neyê. Hedîsa têkildar wiha ye: “Eger yek ji we li pêşberî çar ezayên jina xwe rûnê, piştre pê re têkeve munasebeta cinsî, çi vala bibe çi jî nebe xusul lê wacib dibe.”[2]

Tê riwayetkirin ku vê hedîsa ku di Sehîha Muslim de derbas dibe, hedîsa ku hûn behsa wê dikin nesix kiriye. Ango hukmê wê ji holê rakiriye.



[1] Maîde, 5/6.

[2] Muslim, Heyz, 22.