Fetwayen Kurdi
Ma zewaca bi kîjan eqrebayan re li meriv heram e?

Ma zewaca bi kîjan eqrebayan re li meriv heram e?

Pirs: Zewaca bi eqrebayan re heta kîjan zikî/betnî, li meriv heram in?

Bersiv: Di dînê me de eqrebatiya ku dibe asteng ji bo zewacê: Eqrebatiya nêz, eqrebatiya bi rêya xwezûrantiyê û eqrebatiya bi rêya şîr e.

Eqrebatiya nêz: Meriv ji eqrebayên xwe yên nêz, bi dê û dapîrên xwe, bi keça xwe û neviyên wê, xwişk/bira û zarokên xwişk û birayan û neviyên wan, bi xal/xaltîk û ap/meta xwe re nikare, bizewice.

Eqrebatiya bi rêya xwezûrantiyê: Meriv bi xwesî/diya pîreka xwe û dapîrên wê re ebediyen nikare bizewice. Her wiha pîreka ku meriv pê re ketibe şeva gerdekê, keç û neviyên wê jî li meriv heram dibin. Jinên bav û bapîrên wê, jinên kur û neviyên wê jî ebediyen li meriv heram dibin.

c- Eqrebatiya bi rêya şîr: Ê ku heta du saliya xwe ji pîrekekê şîr vexwaribe, ew pîrek û mêrê wê, zarokên wê û yên ku wê şîr daye wan, dibin eqrebayê hev yê şîr. Digel hin rewşên awarte, pîrekên ku yekî misilman bi sedem eqrebatiya nêz, nikare bi wan re bizewice, bi sedem eqrebatiya şîr jî nikare bi wan re bizewice. Mîna meriv, bi dê, xaltî, met û xwişk û birayên xwe yên şîr re nikare bizewice.

Ji bilî van, zewaca bi eqrebayên din re ji aliyê dînî ve tu mehzûrek wê tune ye.

Ayetên têkildar wiha ne:

Bi jinên ku bavê we, ew mehrkirine re nezewicin, titşê derbas bûbe êdî çûye. Lewra ew, fehşîtî û karekî kirêt e. Çi rêyeke pîs e!

Dayîkên we, keçên we û xwişkên we, metên we û xaltîkên we, keçên bira û keçên xwişkên we, dayikên we yên şîr û xwişkên we yên ji şîr, dayikên jinên we û keçhiliyên we yên di malên we de ku hûn çûne nivînên dayikên wan -êdî eger hûn neçûbin nivînên dayikên wan tu guneh li ser we nîn e – û jinên kurên we yên ji pişta we û ku hûn ji xwe re bi jinanî du xwişkan bînin cem hev, li we hatine qedexekirin. Tiştê derbas bûbe êdî çûye. Bi rastî Xwedê bexşîner e, dilovîn e.

Jinên bimêr jî li we heram in; ji bilî (esîrên cengê) yên ku di bin destê we de ne. Ev nivîsa Xwedê ya li ser we ye. Ji bilî van, ên mayî, bi şertê ku hûn bi namûs bijîn û xwe ji zinayê dûr bigirin, ji we re helal in. Ji van a, hûn bi nîkahê ji kîjanê istifade bikin, ji mehra wan mîqdarê we li hev kiriye bidin. Piştî mehra ku hatî kifşkirin, eger hûn bi riza dilê xwe bi awayekî din li hev bikin, li ser we tu guneh tune ye. Bêguman Xwedê zana ye, karbinecih e.”[1]



[1] Nîsa, 4/22-24.