Fetwayen Kurdi
Xanimeke ezeb ma dikare bi tena serê xwe biçe ‘umreyê?

Xanimeke ezeb ma dikare bi tena serê xwe biçe ‘umreyê?

Pirs: Xanimeke nezewicandî ma dikare bi tena serê xwe biçe ‘umreyê?

Bersiv: Pêxemberê me (s.a.w), ji ber ku ewlehiya rê û çûnê tune bûye destûr nedaye pîrekan ku bê hebûna yekî mehrem bi tena serê xwe derkevin rêwîtiyê. Lê di halê ku ewlehiya rê û can bê temîn kirin –jixwe di roja me de ew tişt hatiye bidestxistin- pîrek dikarin bi tena serê derkevin rêwîtiyê.

Lê dîsa jî dema meriv şert û mercên roja xwe bide ber çavan ji bo rêwîtiya hec an jî ‘umreyê herî kêm divê ji merivên pîrekê yekî nêz pê re hebe. Heta pêkan be, divê ku pîrek bi vî awayî herin ‘umreyê. Lê eger ev derfet bi dest nexistin, ango eger mehremekî wan î ku bi wan re here tune be, dikarin bi qefleyeke ewle ji pîrekan re biçin.