Fetwayen Kurdi
Ma temamê pêxemberan hec kirine?

Ma temamê pêxemberan hec kirine?

Pirs: Ma hemî pêxemberan hec kirine? Eger ez neşaşbim di derseke berê de Abdulaziz Xoce behsa ku divê tevdê pêxemberan çûbin Mekkeyê kir. Ma wî ev tişt li ser esasê ku ji dema Hezretî Adem heta îro îbadeta hecê li ser her kesi ferz e got? Birastî ew beşa ha jî tam nayê hişê min. Çendê ha ev mesele bû mijara xeberdanê, bi qasî ku di aqlê min de mabû min got dibe ku tevekê pêxemberan bo îbadeta hecê çûbin Mekkeyê. Hevalê min got ku îbadeta hecê bi Hezretî Îbrahîm re bûye ferz û dibe ku pêxemberên berê neçûbin Mekkeyê. Gelo zanîna min an jî ya hevalê min rast e?

Bersiv: Di derbarê Ke‘beyê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bêguman mala pêşîn a ku (ji bo îbadetê) ji mirovan re hatiye avakirin a li Mekkeyê (Ke‘be) ye. Cihekî pîroz e û ji bo xelkê cihê hîdayetê ye.”[1]

Dema ku Me cihê Malê (Ke‘be) ji Îbrahîm re diyar kir û (me jê re got:) Ji Min re tu tiştî hevpişk negire û mala Min ji tewafker, nimêjker, rikûker û secdebiran re paqij bike.”[2]

Li gorî vê, îhtimala ku mala pêşîn a ku ji bo îbadetê hatiye avakirin bi însanê herî pêşîn re çêbûbe bêhtir nêzî hêş û aqil e. Îbrahîm (a.s) jî ne avakerê Ke‘beyê yê pêşîn e, belbî avakerê duyem ê li ser esasê wê yê berê bilind kiriye.

Ayetên din wiha ne:

Me Ke‘be ji mirovan re gerand cihê lihevkombûnê û ewlegehiyê. “Hûn jî meqamên Îbrahîm ji xwe re bikin cihên duayan. Me peywir da Îbrahîm û Îsmaîl û me ji wan re got: “Mala Min; ji bo tewafker, îʿtîkafkar, rikûkar û secdekaran paqij bikin.” Îbrahîm wiha lava kir: “Xwedayê min! Vê derê bike bajarekî aram û êmin. Niştecihên wê jî; ew ên ku bi Xwedê û roja axretê bawerî bînin bi texlîtên fêkiyan risiqdar bike.” Xweda got: “Kesê kafir bibe Ez ê demeke kurt qenciyê pê bikim, paşê Ez ê wî bikişînim azara êgir.” Ew çi pîs war e! Dema Îbrahîm û Îsmaîl hîmên Beytê bilind dikirin (û digotin:) “Xwedayê me! Ji me qebûl bike, bêguman, yê bihîzer yê zana her Tu yî.”[3]

Di nav mirovan de îlana çûna hecê bike ku yên peya û yên siwar li ser heywanên weza û westiyayî ji her riyên dûr ve werin cem te (serdana Ke‘beyê bikin). Da ku ji bo xwe (di hecê de) hin berjewendiyan bibînin, da ku navê Xwedê di rojên jimare de li ser şerjêkirina heywanên qurbanê yên ku Me bi rizqînî daye wan bibêjin. Vêca ji (goştê) wan bixwin û bidin jar û xizanan jî. Paşê bila qirêja xwe ji ser xwe rakin û bila qurbanên ku li ser xwe nezir kiribûn bînin cih û bila wê mala qedîm (Keʿbê) tewaf bikin. Kî ku rêz li fermanên Xwedê bigire ev, li cem Xwedayê wî jê re çêtir e.”[4]

Ji van ayetan tê fêhmê ku Ke‘be hîn berî Îbrahîm (a.s) jî hebûye, lê belê xera bûye û demeke dirêj cihê wê wenda bûye û ji aliyê Îbrahîm (a.s) hatiye dîtin û ji nû ve hatiye avakirin.

Dîsa biqasî ku em ji ayetan fêhm dikin îbadetên bi Ke‘beyê re têkildar in “limêj” û “tewaf”e. Ji ber ku tewaf di hec û ‘umreyê de ruknê herî esasî ye, tê fêhmê ku hec jî ji roja Ke‘be hatiye avakirin hebûye.

Ayeta li jêr jî delîleke din e dide nîşandan ku îbadeta hecê berî Îbrahîm (a.s) hebûye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Fermana ku Xwedê li Nûh kiriye, ji bo we kiriye rêk û rêbaza vî dînî. Wehya ku Me ji te re hinartiye, ya ku me li Îbrahîm, Mûsa û Îsa ferman kiriye ev e: Hûn vî dînî li ser piyan bigirin, di vê mijarê ji hev parçeparçe nebin…”[5]

Li gorî ku hec di şerî‘eta Îbrahîm (a.s) de û di şerî‘eta me de jî ferz e, nexwe ew li Nûh (a.s) û li umeta wî jî ferz bûye. Wekî din jî bi awayekî teqez em dizanin ku Nûh (a.s), berî Îbrahîn (s.a) bûye.



[1] Ali Îmran, 3/96.

[2] Hec, 22/26.

[3] Beqere, 2/125-127.

[4] Hec, 22/27-30.

[5] Şûra, 42/13.

Fermana ku Xwedê li Nûh kiriye, ji bo we kiriye rêk û rêbaza vî dînî. Wehya ku Me ji te re hinartiye, ya ku me li Îbrahîm, Mûsa û Îsa ferman kiriye ev e: Hûn vî dînî li ser piyan bigirin, di vê mijarê ji hev parçeparçe nebin…”[1]



[1]Şûra, 42/13.