Fetwayen Kurdi
Suûdî, çima bi kontenjanên hindik ji muslumanan re astengiyan derdixe?

Suûdî, çima bi kontenjanên hindik ji muslumanan re astengiyan derdixe?

Pirs: Piştî ku meriv bo çûna hecê şert û mercên diyar bidest xistin, ma çiqas rast û durist e ku Qraliyeta Suûdî Erebistan bibe astengê pêkanîna edakirina heca ku Xwedê Teala ferz dêraye?

Bersiv: Dewleta Suûdî, bo pêkanîna hecê nabe astengê tu kesî. Lê belê ne pêkan e ku destûra muslumanên jimara wan herî kêm milyar û nîve bide ku bi hev re hecê bikin. Lewra kapasîteya bajarê Mekkeyê diyar e. Eger zêdeyî kontenjana hatiye diyarkirin hecî bên girtin, dibe ku îbadeta hecê biewiqe û bi sebeb îzdihamê dibe ku ev tişt rê li mirina mirovan veke. Ji vî aliyê ve, ji bo her welatekî misilman kontenjana ji hezarî yek hatiye veqetandin û em dibînin ev bi xwe jî hin caran ji ber îzdihama pir, dibe sebebê birîndarbûn û mirina hin însanan. Ji ber vê yekê divê em bi vî çavî li meseleyê binihêrin û di mijareke tam zanîna me di derbarê wê de tune be divê em di heqê kes, sazî û dewletan de biryar nedin.