Piştî ku xwînmeha pîrekê biqede, ma dikare bi zilamê re rakeve yan divê berê xusla xwe rake?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Xusul Tarih: 03 Temmuz 2015

Pirs: Pîreka ji cila derket berî ku xusla xwe rake ma dikare bi mêrê xwe re têkeve munasebeta cinsî? Ma durist e ku piştî munasebetê serê xwe bişû? An jî divê di serî de xusla xwe rake?

Bersiv: Di ayeta 222’an de ji sûreyê Beqere Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji te, pirsa heyzê pîrekan dikin. Bibêje: Ew ezyet e. Di rojên heyzê de xwe ji wan dûr bigirin. Heta ku ew jê paqij nebin nêzîkî wan mebin. Dema tam jê paqij bûn, êdî ji cihê ku Xwedê li we ferman kirî herin cem wan. Bêguman Xwedê ji tobekaran hez dike û ji yên pak û paqij jî hez dike.

Li gorî ayeta jorîn, ji bo rabûna vê qedexeyê û helalbûna têkiliya cinsî lazim e ku du şert pêk werin:

1. Divê edetê pîrekê xelas bibe.

2. Divê pak û paqij bûbe. Ango divê serê xwe şûştibe.

Di serî de mezhebê Şafiî, Henbelî û piraniya aliman tifaq kirine ku: Pîreka edetê wê xelas bûbe, lê belê hîn xwe neşûştibe, heram e ku meriv pê re têkeve munasebeta cinsî. Bi tenê di mezhebê Henefî de eger ku xwîna edetê di dawiya wextê de bisekine, bê ku xwe bişû û bi qasî wextê nimêjekê derbas bûbe, munasebeta cinsî di vê rewşê de caiz dibînin.[1]

Li gorî Henefiyan, wexta heyzê ya herî zêde deh roj e, piştî ku ew dem derbas bibe, bê ku bedena xwe bişû jî munasebeta cinsî helal dibe. Lê belê eger ku xwîna wê ne di dawiya wê demê de bisekine, wê gavê bi seknê re yekser munasebeta cinsî helal nabe. Di vê rewşê de da ku têkiliya cinsî helal bibe, pêwîst e ku pîrek ya serê xwe bişû yan jî bi qasî dema nimêjekê di ser xwînsekinandina wê re derbas bibe yan jî bi uzrekî teyemum girtibe û bi wê teyemumê jî limêjeke sunet kiribe.[2]

Di gihaştina vê nerînê de delîla Îmam Ebû Henîfe ev e:

Gotina Xwedê Teala ya ku dibêje: “heta ku ew jê paqij nebin nêzîkî wan nebin” ev qedexebûna han, bi paqijbûna ji xwînê bi dawî dibe. Bi xelasbûna edetê jinan, yanî bi dawîlêhatina wextê heyzê êdî qedexebûna cinsî jî ji holê radibe.

Razî di tefsîra xwe de wiha cî dide bersiva el-Qadî (muhtemel e ku Qadî Ebdulcebbarê Mu’tezîlî be) ya li hemberî Ebû Henîfe:

“Eger Xwedê Teala sirf bigota “heta paqij bibin” wê gavê gotina we teqez dê rast bûna. Lê belê piştî ku “heta ku baş paqij bibin” li ser hate zêdekirin, ew herdu îfade bi hev re dibin meqsed û sedem ji bo rabûna wê qedexeyê.”[3]

Di encamê de dema em li delîlên herdu aliyan dinihêrin, tê dîtin ku ya rastî nerîna cumhurê ulemayan e. Ango piştî qutbûna xwîna heyzê, bê serşûştin nêzîkatiya bi bal jinan ve heram e.

Hûn dikarin bersiveke me ya bi vê mijarê re eleqedar ji lînka jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/adet-bittigi-zaman-cinsel-iliski-icin-gusul-abdesti-almak-sart-midir.html



[1] Yunus Vehbi Yavuz, “Hayız”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XVII, 53.

[2] Mehmet Şener, “Heyz”, İslam’da İnanç İbadet Ve Günlük Yaşayış Ansiklopedisi, Redaktor û Şêwirmendî: İbrahim Kâfi Dönmez, Stenbol 1997, II, 218.

[3] Fexreddîn er-Razî, et-Tefsîru’l-Kebîr, VI, 419, Tefsîra ayeta 222. ji sureyê Beqere.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Meriv çawa xuslê ji ser xwe radike? 24.03.15 1.188
2 Piştî muayena jinekolojiyê ma lazim e ku pîrek xusla xwe rakin? 28.04.15 1.077
3 Eger piştî xuslê cihekî ziwa ji bedenê mabe divê meriv çi bike? 06.07.15 999
4 Niyeta xuslê çawa tê anîn? 26.03.15 1.160
5 Piştî tedawiya bo çêbûna zarokan ma divê ku pîrek xusla xwe rakin? 30.04.15 990
6 Qirêja ku ji guhan derdikeve ma xuslê betal dike? 07.07.15 1.017
7 Meriv dikare bi rakirina xuslê bi tenê limêj bike, an divê meriv desmêj jî bigire? 28.03.15 1.148
8 Pîreka ku li cem doktorê zilam muayene bibe, ma lazim e ku xusla xwe rake? 29.05.15 1.115
9 Ma rast e ku bi dîtina avê teyemum betal dibe? 12.07.15 1.037
10 Dagirtina diranan, ma dibe asteng bo rakirina xuslê? 29.03.15 1.020
11 Nexweşê ku tedawiya radyoterapiyê dibîne, ji dêla xuslê ma dibe ku teyemum bigire? 30.05.15 1.200
12 Ma dîn jî xusla xwe radikin? 14.07.15 1.150
13 Ma meriv di serşokê de zêde bimîne guneh e? 31.03.15 1.117
14 Ez nexweş im. Heta ji nexweşiya xwe baş bibim ma ez dikarim xwe neşûm? 03.06.15 1.072
15 Ma menî, mezî û wedî çi ne? 01.04.15 1.182
16 Bikaranîna bandên akupunkturê gelo dibe asteng bo rakirina xuslê? 08.06.15 1.045
17 Ma xusul kengî li ser meriv ferz dibe? 09.04.15 1.017
18 Li malên ku ava germ lê tune ye, mesela desmêj û xuslê dê çawa bê çareserkirin? 11.06.15 1.043
19 Tê gotin ku di binê her mûyekî de cenabet heye. Gelo ev rast e? 10.04.15 1.062
20 Di rewşên ku em nikarin xwe bişûn de ma dibe em teyemum bigirin? 13.06.15 961
21 Ma pîrek jî bi cenabet dikevin? 14.04.15 1.045
22 Di xuslê de ma divê ku pîrek guliyên xwe vekin? 14.06.15 1.013
23 Meriv dikare kincên di dema cenabetê de piştî rakirina xuslê dîsa lixwe bike? 15.04.15 1.103
24 Piştî têkilatiya cinsî bi seetekê menî parçe parçe diherike, divê ez çi bikim? 15.06.15 942
25 Gava meriv bi cenabetî li nivîna xwe razê û piştî rakirina xuslê dîsa lê rakeve ma careke din xusul lazim dike? 17.04.15 1.129
26 Ma ramûsan xuslê lazim dike? 17.06.15 949
27 Destdana kesê bi cenabet, kincan nepak dike? 19.04.15 1.059
28 Di munasebeta cinsî de kengî xusul lazim dike? 23.06.15 1.067
29 Di rakirina xuslê de gelo şûştina qulên guharan jî şert e? 20.04.15 1.061
30 Ma divê meriv çend gavan bimeşe û piştre xusla xwe rake? 28.06.15 989
31 Meriv heta kengî dikare bi cenabet bisekine? 21.04.15 962
32 Ma pîrek dê çawa xusla xwe rakin? 01.07.15 996
33 Kesê xusla xwe ranekiribe û miribe, rast e ku dê di dojehê de bişewite? 24.04.15 971
34 Gelo ji mêr û jinê divê kîjan berê xusla xwe rake? 02.07.15 1.010
35 Mislimanên ku limêj nakin, ma divê ku ew jî xusla xwe rakin? 26.04.15 1.043
36 Piştî ku xwînmeha pîrekê biqede, ma dikare bi zilamê re rakeve yan divê berê xusla xwe rake? 03.07.15 1.030