Berî çûna hecê, ma lazim e ku mirov ji merivên xwe helaliyan bixwaze?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Hec-'Umre Tarih: 04 Temmuz 2015

Pirs: Dema meriv dê biçe hecê ma divê ku meriv vê bi hevnasên xwe re parve bike, li hev helal bike û helaliyan ji wan bixwaze? Eger meriv bi wan re parve neke gelo tu berpirsyariya wê heye? Piştî hatina ji hecê, meriv dayina diyariyan (mîna ava zemzemê, xurme, şalik, tizbî û hwd.) serdana heciyan û pîrozkirina wan bike adet, ma tiştekî rast e?

Bersiv: Îbadeta hecê di dînê me de ji îbadetên herî mezin û yên xwedî fezîlet e. Çend hedîsên di derbarê vê mijarê de wiha ne:

Ebû Hureyre (x.j.q) wiha vedibêje: Qasidê Xwedê wiha gotiye:

“’Umreyek, dibe kefaretê kirinên heta ‘umreyeke din. Perûya heca mebrûr jî ji bihuştê pê ve ne tiştekî din e.”[1]

Ebû Hureyre (x.j.q) wiha got: Ji Pêxember (s.a.w) hate pirsîn:

– ‘Emelê herî bilind kîjan e?

– Wî wiha bersiv da: “Baweriya bi Xwedê û bi Qasidê Wî ye.”

– Hate pirsîn: Piştre kîjan e?

– Got ku: “Cîhada di rêya Xwedê de ye.”

– Piştre kîjan e?

– Ferman kir ku: “Heca meqbûl e.”[2]

Dîsa Ebû Hureyre got ku, min bihîst Qasidê Xwedê wiha digot:

Kesê hec kiribe û gotinê nexweş negotibe û gunehên mezin nekiribe, her wekî roja ku ji dayika xwe bûye bêguneh vedigere (mala xwe).”[3]

Di nav gunehên ku tên bexşandin de heq û huqûqê mirovan tune ye. Ji ber vê yekê divê meriv bi cîran, eqreba û hevalên xwe re yên ku mumkin e heqê wan ketine aliyê meriv li hev helal bike û helaliyan ji wan bixwaze, da ku bi destûra Xwedê Teala temamê gunehên meriv bên bexşandin.

Anîna diyariyan ji hecê û pîrozkirina kesên jê tên, herçiqas ne fermaneke olî be jî dîsa jî di kirina wê de tu mehzûrek tune ye û ji ber rewşa hecê ya taybet ev tiştê han di îbadetên din de nayê dîtin.



[1] Buxarî, ‘Umre 1; Muslim, Hec 437, (1349); Tirmizî, Hec 90; Nesaî, Menasik 3, 5; Îbn Mace, Menasik 3; Muwetta, Hec, 65.

[2] Buxarî, Îman, 18, Hec, 4, 34, 102, ‘Umre, 1, Seyd, 26, Cîhad, 1, Tewhîd, 47; Muslim, Îman, 135, Hec, 204, 437.

[3] Buxarî, Hec, 4, Muhser, 9, 10; Muslim, Hec, 438.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Gotina “hec li ber deriyê meriv e”, tê çi wateyê? 05.05.15 1.162
2 Meriv kengî ji îhramê derdikeve? 15.06.15 1.082
3 Mêr û jina ku bi hev re xebitîbin ma divê ku bi hev re biçin hecê jî? 06.05.15 1.217
4 Ji bo derketina ji îhraman, ma divê çiqas ji por bê jêkirin? 18.06.15 1.229
5 Ji bo hecê ma divê ku pîrek destûrê ji mêrê xwe bigire? 07.05.15 1.214
6 Ma rojname dikare xwendakarên xwe bi rêya kupon û pişkê bibe ‘umreyê? 19.06.15 1.172
7 Dîtina heyvê û weqfeya ‘Erefeyê 08.05.15 1.253
8 Gelo hukmê kirina 40 wext limêj li Mescida Nebî çi ye? 23.06.15 1.196
9 Ma delîla ferzbûna sekna li ‘Erefeyê çi ye? 11.05.15 1.267
10 Xanimeke ezeb ma dikare bi tena serê xwe biçe ‘umreyê? 30.06.15 1.168
11 Pîreka ku di heyza de be, gelo dikare Ke‘beyê tewaf bike? 19.05.15 1.133
12 Ma temamê pêxemberan hec kirine? 01.07.15 1.177
13 Kesên heca îfradê dikin an jî yên ku nikarin qurbanekê serjê bikin 21.05.15 1.141
14 Suûdî, çima bi kontenjanên hindik ji muslumanan re astengiyan derdixe? 03.07.15 1.092
15 Kesê heca îfradê bike, ma herî zû kengî dikare ‘umreyê bike? 22.05.15 1.131
16 Berî çûna hecê, ma lazim e ku mirov ji merivên xwe helaliyan bixwaze? 04.07.15 1.140
17 Rêza ku ji bo Heceru’l-Eswed tê nîşandan, gelo tundrawî ye? 23.05.15 1.208
18 Ma hurmeta ku ji bo ava zemzemê tê nîşandan di cihê xwe de ye? 11.07.15 1.052
19 Ma meriv niyeta hecê çawa tîne? 20.04.15 1.123
20 Qurbanên ku li hecê tên serjêkirin, ma tên îsrafkirin? 24.05.15 1.238
21 Ma meriv dikare di şûna yekî din de hecê bike? 12.07.15 1.202
22 Kesê ku niyeta hecê kiribe, lê derfeta çûyinê nedîtibe? 20.04.15 1.096
23 Bo çûna hecê ma ez dikarim krêdiyê bikişînim? 26.05.15 1.105
24 Ma di hundirê Ke‘beyê de çi heye? 15.07.15 1.161
25 Ger musluman di rewşeke zor bin, ma raste ku meriv bo çûyina hecê pereyan kom bike? 22.04.15 1.116
26 Ma rast e ku kesê ‘umreyê bike hec jî lê ferz dibe? 28.05.15 1.184
27 Kirasê Ke‘beyê çima reş e? 22.07.15 1.282
28 Di edakirina hecê de meriv neçe Cebelu’r-Rehme û çiyayê Hîrayê? 25.04.15 1.121
29 Îbadeta hecê ma dibe sedemê biderengxistina zewacê? 29.05.15 1.200
30 Ma helwesteke rast e ku mirov xanima xwe nebe hecê? 04.09.16 883
31 Meriv bi qesabî here hecê? 02.05.15 1.203
32 Hukmê recma şeytên di hecê de çi ye? 31.05.15 1.147
33 Ya baş ku meriv çend caran biçe hecê yan jî wî pereyî înfaq bike? 03.05.15 1.191
34 Îhram çi ye? Delîla pêdiviya girêdana îhramê çi ye? 12.06.15 1.204
35 Kesê nikaribe li Muzdelîfeyê bisekine ma divê çi bike? 04.05.15 1.276
36 Berî îhraman ma caiz e ku meriv parfûm an jî deodorantê bikar bîne? 14.06.15 1.113