Fetwayen Kurdi
Ma hurmeta ku ji bo ava zemzemê tê nîşandan di cihê xwe de ye?

Ma hurmeta ku ji bo ava zemzemê tê nîşandan di cihê xwe de ye?

Pirs: Ava zemzemê ya ku kesê diçin hecê yan jî ‘umreyê bi xwe re tînin, di civakê de girîngiyeke mezin jê re tê nîşandan û mîna aveke pîroz tê dîtin. Ev girîngiya ku li hember ava zemzemê tê nîşandan, gelo tiştekî rast e?

Bersiv: Ava zemzemê aveke mubarek e. Ev av, li cihekî nêzî Ke‘beyê bi tenê derdikeve. Qasidê Xwedê (s.a.w) jê vexwariye û tewsiya vexwarina wê kiriye. Ava zemzemê, diyariya herî biqîmet e ya ku mumkin e hecî yan jî ‘umrevan bi xwe re bînin. Nîşandana rêz û hurmeta zêde ji aliyê gel ve, ji qîmeta vê avê tu tiştekî kêm nake.