Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku bi dîtina avê teyemum betal dibe?

Ma rast e ku bi dîtina avê teyemum betal dibe?

Pirs: Kesê bi sedem uzrekî ji dêla xuslê teyemum girtibe, dema derfeta ku avê bikar bîne derkeve holê ma divê ku serê xwe bişû? Lewra di şûna desmêjê de em teyemum digirin. Dema îmkana bikaranîna avê çêbû desmêj betal dibe. Bi heman aqil û mentiqê kesê di dewsa xuslê de teyemum girtibe dema xwe bigihîne avê ma xusla wî ya berê betal dibe? Hin kesên ku dibêjin betal nabe hene. Lê belê tu delîl û şîroveyekê li ser vê nayînin.

Bersiv: Herçiqas di pirtûkên fiqhê û ilmîhalan de bê gotin ku “dema av bê dîtin teyemum betal dibe”, lê bi dîtina avê ne desmêj ne jî teyemum betal nabe. Lewra hebûna avê, ne desmêjê ne jî xuslê lazim nadêre; bi tenê dibe asteng bo girtina teyemumê.

Tiştên desmêj betal dikin –ger li derveyî avrêjê bên kirin jî- tiştên li qedemgehê tên kirin. Ev jî babiberketin, desmêja mezin û ya biçûk in.

Tiştên ku xusla cenabetê pêwîst dikin jî munasebeta cinsî -çi di xew de çi jî di hişyariyê de be-, menî ku ji meriv were û ji bo jinan piştî derbasbûna dema xwînmehê û çilê piştî welidandinê ne.