Fetwayen Kurdi
Ma di hundirê Ke‘beyê de çi heye?

Ma di hundirê Ke‘beyê de çi heye?

Pirs: Ma di hundirê Ke‘beyê de çi heye?

Bersiv: Li aliyê Ruknê Îraqî/Qorniya Îraqî ji Ke‘beya çargoşe ya ku di şeklê odeyekê de ye, nêrdenaveke ku derdikeve banî û li pêşiya wê jî deriyekî bi navê “deriyê tobê” heye. Binê wê bi mermeran raxistî ye, dîwarên wê heta bilindiya 2 metreyan bi mermer kiraskirî ye. Piştî temîrat û avakirina ji nû ve li dîwarên rojava, rojhilat û bakur kîtabe hatine bicihkirin. Di nava wê de sê stûnên darînî ku bakur û başûr rêzkirî ji dema Ebdullah kurê Zubeyr mane û ji vana bi aliyê dîwarê rojava li pêşiya yê li hemberî derî cihê ku Hezretî Pêxember lê limêj kiriye cih digire; ev der, di şeklê secadê de bi mermerekî hatiye nîşankirin. Arîk û dîwarên wê, ji jor heta cihê bi mermer hatiye kiraskirin bi perdeyeke ji etleseke sor nixumandî ye. Di navbera arîk û banê wê de biqasî bilindiya 1,33 m valahiyek heye.[1]



[1] Binihêrin: Sadettin Ünal, “Kâbe”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XXIV, 15.