Fetwayen Kurdi
Madem bawermend necis nabe, jina di cila de çima ne paqij tê pejirandin?

Madem bawermend necis nabe, jina di cila de çima ne paqij tê pejirandin?

Pirs: Di Sehîha Buxarî de tê ragihandin ku Pêxemberê me gotiye kesê bawermend necis nabe. Ma qey ev mijar ji bo pîreka di heyza de tiştekî cuda ye? Kesên muşrik, kafir û munafiq nepak in, lê Îslam ji aliyê manewî ve wan pak û paqij dike. Di vî halî de gelo çima jina di cila de ji aliyê manewî ve nepaqij tê jimartin? Ma qey ji dîn derdikeve? Eger hûn vê mijarê şîrove bikin ez ê dilşad bibim.

Bersiv: Desmêja ku ji bo kirina limêjê şert e “paqijiyeke madî ya ku aliyê wê yê manewî girantir e.” Lewra desmêj, ne bi tiştên ji endamên desmêjê derdikevin, belbî bi pîsîtiyên ku ji pêş û paşê meriv derdikevin xera dibe.

Li gorî Henefiyan xwîn desmêjê betal dike. Lê di derbarê vê biryarê de ne tu ayet ne jî hedîs hene.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/abdesti-bozan-seyler-nelerdir-kan-ve-uyku-abdesti-bozar-mi.html

Nepaqijiya pîreka di cila de jî “nepaqijeyeke madî ya ku aliyê wê yê manewî girantir e.” Lewra herçiqas cihê ku xwîn jê tê tam bê paqijkirin jî heta xwîn bi temamî nesekine pîrek paqij nayê hesibandin. Ji ber vê yekê bêdesmêjî û heyz “nepaqijeyeke taybet e ku dibin asteng bo kirina limêjê.

Mijara kesên kafir, cuda ye. Nepaqijî û pîsîtiya wan sirf bi sedem bîr û baweriyên wan ên çewt in û ji ber vê yekê pîsîtiya wan manewî ye. Tiştê wan pak û paqij bigerîne; ku bibin xwediyê baweriya rast û durist. Hedîsa ku di pirsa we de derbas dibe li ser vê yekê radiweste. Kesê xwediyê baweriya rast be ji aliyê eqîde û baweriyê ve pak û paqij e, çi bi desmêj be çi jî bê desmêj be.

Nîşe: Riwayeta ku di pirsê de derbas bû wiha ye:

Ebû Hureyre bi canebetî di rêyeke Medîneyê de pêrgî Pêxember (s.a.w) tê. Xwe vedidize û xusla xwe radike. Pêxember lê dipirse, dema Ebû Hureyre tê, jê dipirse:

Ey Ebû Hureyre! Tu li ku mayî?” Ebû Hureyre wiha bersiv dide:

“Ez bi cenabet bûm. Heta ku min serê xwe neşûşta min rûniştina li cem te rast nedît.” Li ser vê yekê Qasidê Xwedê wiha kerem dike: “Subhan ji Xwedê re! Ma kesê bawermend necis dibe![1]



[1] Buxarî, Xusul, 23; Muslim, Heyz, 371.