Fetwayen Kurdi
Pîreka di heyza de ma dikare biçe serdana goran?

Pîreka di heyza de ma dikare biçe serdana goran?

Pirs: Gelo pîreka di heyza de dikare serdana goran bike? Eger bikaribe jî bi şertê ku bi desmêj be gelo dikare Qur’anê bixwîne û dua bike?

Bersiv: Heyz nabe asteng bo serdana goran. Pîreka ku di rewşeke wiha de be, dikare ji bo xwediyê gorê dua bike. Hûn dikarin ayetên ku dua di wan de diborin bixwînin. Me bi taybetî behsa ayetên dua kir, da ku hûn ji bo mirî dua bikin. An na di tu ayet û hedîsekê de derbas nabe ku meriv Qur’anê bixwîne û xêra wê bexşî canê mirî bike. Lewra xêra xwendina Qur’anê bi tenê bo kesê dixwîne, mena wê fêhm dike û hewl dide ku li gorî wê bijî, heye. Lê belê kesê mirî eger di jiyana xwe de xwendina Qur’anê hînî yekî kiribe yan jî bûbe wesîle bo xwendina wê, her cara ku ew Qur’anê bixwîne xêra wê ji wî re hasil dibe. Ev jî ji xwe xêra ku meriv bibe wesîle bo kirina karekî baş.

Di vê navberê de di derbarê ku pîreka di heyza de dikare Qur’anê bixwîne yan jî nikare bixwîne em tewsiye dikin ku hûn ji malpera me www.suleymaniyevakfi.org di beşa Araştırmalar de xebata bi navê Fıkhi Yorumlarla Abdest-İbadet İlişkisi bixwînin.

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/abdest-ve-hayiz.html