Fetwayen Kurdi
Hûn dikarin di heqê berhemên ku hedîsên mewzû‘ berhev kirine, agahiyan bidin?

Hûn dikarin di heqê berhemên ku hedîsên mewzû‘ berhev kirine, agahiyan bidin?

Pirs: Gelo hûn dikarin di derbarê berhemên li ser hedîsên mewzû‘ hatine nivîsandin de agahiyê bidin?

Bersiv: Zanyarên ‘ilmê hedîsê bi azîneyên curbicur riwayetên mewzû‘ (derewîn) berhev kirine û bi navê “Mewdû‘at=Hedîsên Derewîn” (الموضوعات): berhem û pirtûkên hedîsê telîf kirine. Bi saya van berheman, kesên di qada ‘ilmê hedîsê de ne pispor bin jî bi hêsanî dikarin hedîsên mewzû‘, nas bikin.

Em dikarin van berhemên ku piraniya wan bi zimanê Erebî hatine nivîsandin ên sereke wiha rêz bikin:

el-Meqdîsî (w. 507/1113): Tezkiretu’l-Mewdû‘at,

el-Cuzekanî (w. 543/1148): el-Ebatil we’l-Menakir we’s-Sihah we’l-Meşahîr,

Ebu’l-Ferec Îbnu’l-Cewzî (w. 597/1200): Kitabu’l-Mewdû‘at mine’l-Ehadîsi’l-Merfû‘at,

Celaleddîn es-Suyûtî (w.911/1505): el-Lealî’l-Mesnû‘a fi’l-Ehadisi’l-Mewzû‘a,

Îbn Arrak (w.963/1556): Tenzîhu’ş-Şerî‘ati’l-Merfû‘a ‘ani’l-Exbari’ş-Şenî‘ati’l-Mewzû‘a,

el-Fettenî (w. 986/1578): Tezkiretu’l-Mewdû‘at fi’l-Ehadîsi’l-Merfû‘at,

Eliyyu’l-Qarî (w.1014/1605): el-Esraru’l-Merfû‘a fi’l-Exbari’l-Mewzû‘a: el-Mewzû‘tu’l-Kubra,

eş-Şewkanî (w. 1250/1832): el-Fewaidu’l-Mecmû‘a fi’l-Ehadîsi’l-Mewzû‘a,

el-Leknewî (w. 1304/1886): el-Asaru’l-Merfû‘a fi’l-Exbari’l-Mewzû‘a,

Hin berhemên ku bi vê mijarê re eleqedar in û bi zimanê Tirkî hatine nivîsandin wiha ne:

M. Yaşar Kandemir: Mevzû Hadisler: Menşe’i, Tanıma Yolları, Tenkidi,

Harun Ünal: Uydurma Hadisler (Weşanên Mirac), 6 cild; Mevzûât (Mevzû Hadisler) (Weşanên Basiret),

Sadık Cihan: Uydurma Hadislerin Doğuşu ve Sosyo-Politik Olaylarla İlgisi

Ali el-Kârî: Uydurma Olduğunda İttifak Edilen Hadisler, Wergêr: Halil İbrahim Kutlay,

İbn Kayyim el-Cevziyye: Uydurma Hadisleri Tanıma Yolları (el-Menaru’l-Munîf fi’s-Sehîh we’d-Deîf), Wergêr: Hanifi Akın,

Abdülfettah Ebû Gudde: Sened ve Metin Yönüyle Mevzu Hadisler, Wergêr: Enbiya Yıldırım.