Fetwayen Kurdi
Hedîsa “Zanayên umeta min, mîna pêxemberên Zaroyênîsrail in”

Hedîsa “Zanayên umeta min, mîna pêxemberên Zaroyênîsrail in”

Pirs: Gelo hedîsa “Zanyarên umeta min, mîna pêxemberên Zaroyênîsrail in” sehîh e?

Bersiv: Ev gotina ku wekî hedîsê tê zanîn, di nav gel pir navdar e. Lê belê zanyarên ‘ilmê hedîsê yên mîna Darimî, Zerkeşî û Îbn Hecer el-‘Esqelanî, gotine ku ev gotin bê esl û binyad e. Suyûtî û Zerkeşî jî dibêjin ku tu esl jê re tune ye. Hin aliman jî diyar kirine ev gotin, di tu pirtûkên muteber de cih negirtiye.[1]

Her wiha ji alimên hedîsê Hafiz el-Îraqî jî gotiye ku ev gotin, bê esl e û tu senedeke wê tune ye.[2]



[1] Bnh. Muhemmed Ebdurrehman es-Sexewî, el-Meqasidu’l-Hesene, thq: Muhemmed Osman el-Huşt, çapa 4’mîn, Beyrût 2002, rp. 340; jimara hedîsê: 702; Eliyyu’l-Qarî, el-Esraru’l-Merfû‘a fi’l-Ehadîsi’l-Mevdû‘a (el-Mewdû‘atu’l-Kubra), thq: Muhemmed Lutfi es-Sebbağ, çapa 2., Beyrût 1986, rp. 247; jimara hedîsê: 298; Muhemmed kurê ‘Elî kurê Muhemmed eş-Şewkani, el-Fewaidu’l-Mecmû‘a fi’l-Ehadîsi’l-Mewdû‘a, thq. Ebdurrehman el-Mu‘allimî, çapa 2’mîn, Beyrût 1392, rp. 286; jimara hedîsê: 897.

[2] Bnh. Ebdurreûf el-Munawî, Feydu’l-Qedîr, çapa 2’mîn, Beyrût 1972, IV, 384.