Fetwayen Kurdi
Ji dikana ku mey lê tê firotin, gelo caiz e ku meriv tiştekî bikire?

Ji dikana ku mey lê tê firotin, gelo caiz e ku meriv tiştekî bikire?

Pirs: Hukmê kirîna tiştekî ji dikaneke ku tê de mey (‘eraq û şerab) tê firotin çi ye? Li aliyê din, kirîna ne bi qesda vexwarinê, belbî ji bo ku mirov wê birêjîne, da ku hin kesên din wê venexwin, xêr e yan na?

Bersiv: Ne muhîm e ku firoşkar çi difiroşe. Ya muhîm tiştê ku hûn dikirin. Ji ber vê yekê kirîna tiştekî ji dikana ku digel tiştên xwarin û vexwarinê, meyê jî difiroşe, ne heram e. Lê belê bi qesda protestokirinê, eger hûn tercîha cihên ‘eraq û mey lê nayê firotin bikin, we karekî baş kiriye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Bêguman mey (şerab), qumar, peykerên çikandî û falên bi zar pîs in, ji karê şeytên in. Nexwe xwe ji wan dûr bigirin, da ku hûn serfiraz bibin.”[1]

Mena “xwe ji wan dûr bigirin, yanî bila di navbera we û wan de qonaxek hebe. Ji vê sedemê, Qasidê Xwedê Teala wiha gotiye:

Ji Enes (x.j.q) hatiye ragihandin ku “Pêxemberê Xwedê Teala, di tiştên ku mirov serxweş dikin, li deh kesan lanet kiriye: “Ê ku diguvêşe, ê dide guvaştin, ê vedixwe, ê hildigire, ê dide hilgirtin, ê têne ber mirov, ê difiroşe, ê pereyê wê dixwe, ê dikire û dide kirîn.”[2]

Kesê ji dikan û marketên ku mey lê tê firotin tiştekî bikire, her çiqas ku nabe yekî ji wan deh kesên ku di hedîsa Pêxember de (s.a.w) derbas bû jî lê belê eger sirf ji bo pêkanîna fermana Xwedê Teala “xwe ji wan dûr bigirin, rabe ji dikanek din bikire, dibe xwedî xêr.

Bersiva pirsa we ya duyem: Mirovê misilman bi çi mebestê dibe bila bibe, ne durist e ku meyê bikire. Lewra li gorî ‘ilmê fiqhê, tiştên ku Xwedê Teala heram kiribe, nabin mijar ji bo kirîn û firotinê. Ji ber vê yekê ji mirovê misilman re kirîneke wiha, ne caiz e. Ji dêla ku mirov li hemberî meyê mucadele bike, divê ku mirov li hember meyxweran têbikoşe û rastiya meseleyê ji wan re bibêje. Kar û ‘emelê esasî ji mirov re divê ev be.



[1] Maîde, 5/90.

[2] Tirmizî, Buyû‘, 59.