Fetwayen Kurdi
Duayê Cewşenê ji aliyê ‘ilmê hedîsê ve, çawa tê nirxandin?

Duayê Cewşenê ji aliyê ‘ilmê hedîsê ve, çawa tê nirxandin?

Pirs: Gelo metnê duaya bi navê “Cewşen” tê zanîn, ji aliyê ‘ilmê hedîsê ve çawa tê nirxandin?

Bersiv: Adnan Yeniay, di xebata xwe ya Lîsansa Bilind ya bi sernavê “Cevşen Duasının Hadis İlmi Açısından Kritiği” de di beşa “Sonuç=Encam” de encamên ku di bara Cewşenê de bidest xistine wiha rêz dike:

1. Duayê cewşenê, ne di çavkaniyên hedîsê yên Ehlisunet, ne jî di yên Şi‘a de cih digire.

2. Riwayetên di derheqê fezîleta duayê cewşenê de hatine ragihandin, li dijî ruhê Îslamê ye. Gotina ku dema duayê cewşenê bê xwendin an jî meriv bi xwe veke fezîleta ku behsa wê tê kirin, dê pêk were, ji aliyê zanistî ve rast xuya nake.

3. Di derheqê duayê cewşenê de hin riwayetên ku ne li gorî aqil û mentiqê ne, hene.

Wek mînak; li gorî riwayetê, tê angaştkirin ku Cibrîl ji Pêxemberê me daxwaz kiriye ku vî duayî hînî kafiran neke. Lê belê li beravajî riwayeta ku tê angaştkirin duayê cewşenê, ji ber ku bi awayekî ji her kesî re diyar derbasî literaturê bûye, veşartina wî duayî êdî ne pêkan e. Ji vê rewşê jî tê zanîn Cibrîl tiştekî wiha ji Pêxemberê me re negotiye.

4. Di dema Pêxemberê me û sehaban de bi tenê ji Xwedê hêvî dikirin, hizir dikirin ku pêbawerî û parastin bi Wî ye. Ji bilî Xwedê tu tiştekî ku hêvî jê bihata kirin, pêbawerî û parastin pê çêbûbe, nedihat hizirkirin. Dema li suneta Pêxember jî bê nihêrtin, xuya dike ku bi tenê îtimada li ser Xwedê heye. Mesela Hezretî Pêxember fêrî sehabiyên xwe kiriye ku dema qeytanên pêlava wan biqete, wê jî jê bixwazin.

5. Di vî duayê bi bal Pêxemberê me ve tê spartin de tê gotin ku dê Qasidê Xwedê, sehabiyan û kesê dua dixwîne biparêze. Lê belê ewqas îşkenceyên li Pêxember û sehabiyan hatine kirin, çîleyên kêşandine û birînên di cengan de dîtine li meydanê ne. Madem duayê cewşenê dê Qasidê Xwedê û sehabiyan biparêze, gelo çima Hezretî Pêxember û sehabiyan da ku ji îşkence û çîleyan rizgar bibin, ev dua nexwendin? Hal ev e ku eger duayê cewşenê ji Hezretî Pêxember re hatibûna û erka parastina ku behsa wê hatiye kirin pêk bianiya, hem Hezretî Pêxember dê ev dua bixwenda, hem jî dê tewsiya xwendina wê li sehabiyan bikira. Lê ji ber ku rewşeke wiha tune ye, derdikeve holê ku duayê cewşenê jî ne ji Qasidê Xwedê ye.

6. Angaşta ku duayê Cewşenê ya bi zimanê Farisî bi wateya mertal e -ji Pêxemberekî ku bi zimanê Erebî wehiy jê re hatiye- ne di çavkaniyên yekem ne jî di yên duyem de heye.

Ji ber sedemên ku me li jor rêz kirin, rastiya riwayeta metnê ku nêzî pazde rûpelan e û wekî hedîsê bi bal Pêxember ve tê spartin, xuya dike ku ne pêkan e. Temamê duayê Cewşenê ne ji Pêxember e, herçiqas hin beşên wê, hevokên wê mîna hedîs û ayetê were wesifandi jî diyar e ku temamê wê ne ji Pêxemberê me ye.”[1]

Hûn dikarin bersiva me ya di derbarê Cewşenê de hatiye weşandin ji lînka jêr bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=598



[1] Adnan Yeniay, Cevşen Duasının Hadis İlmi Açısından Kritiği, Cumhuriyet Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Sosyal Bilimler Enstitüsü, Teza Lîsansa Bilind, 2008, Şêwirmend: Enbiya Yıldırım, rp. 70-71.