Fetwayen Kurdi
Ma hedîsa “Kesê nîşangêriyê hîn bibe û biterikîne, ne ji me ye” sehîh e?

Ma hedîsa “Kesê nîşangêriyê hîn bibe û biterikîne, ne ji me ye” sehîh e?

Pirs: Hedîseke di bara nîşangêriyê de bala min kişand. Ez dixwazim hîn bibim ka gelo rast e yan ne rast e. Hedîs wiha ye: “Kesê nîşangêriyê hîn bibe û paşê biterikîne, ne ji me ye.” (Muslim, ‘Îmaret 169; Ebû Dawûd, Cîhad 23). Ma divê em vê hedîsê çawa fêhm bikin?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de li muslumanan ferman kiriye ku li hemberî neyarên xwe her gav amade bin. Wî wiha emir kiriye:

(Gelî bawermendan) çiqas ji destê we bê, ji hêz û hespên girêdayî li hember wan (dijminên xwe), amade bikin. Hûn ê bi wê, dijminê Xwedê, dijminê xwe û hin dijminên din jî ku hûn bi wan nizanin, lê belê Xwedê bi wan dizane, çavtirsandî bikin. Çi tiştê ku hûn di rêya Xwedê de xerc bikin, (bêkêmasî) xêra wê dê ji we re bê dayin û qet neheqî li we nayê kirin.”[1]

Pêxemberê me (s.a.w), bêjeya “hêz” ya di vê ayetê de dibuhure, bi awayê avêtin (tîr), nîşangêrî şîrove kiriye.[2]

Ev hedîs û yên mîna vê, fezîleta hînbûna nîşangêriyê û bi armanca cihadê bikaranîna çek û hemî celebên nîşangêriyê teşwîq dike. Ji ber vê yekê hînbûna hemî celebên çekên nûjen ên roja me, heta bikaranîna balafir û wesayitên agirî jî dikevin bin vê biryarê. Her wiha bizavên werzîşî yên mîna siwarî û awjeniya ku bo cengê bi feyde ye, nîşangêrî û cureyên pehlewaniyê û hwd. jî wiha ne.[3]

Dema em bi ayeta li jor derbas bû li ser hedîsa ku we behsa kir bihizirin, tê fêhmê ku Pêxemberê me xwestiye ku misilmanan li hemberî neyaran her gav hişyar bihêle û wan amade bigire.

Temamê hedîsê wiha ye:

Muhemmed kurê Rumh kurê Muhacir ragihandiye me. (Got ku) Leys, ji Haris kurê Ye‘qûb, wî jî ji ‘Ebdurrehman kurê Şumase ragihandiye me ku Fukeymî Lehmî ji ‘Uqbe kurê Amir re gotiye ku:

– Digel ku tu pîr î jî tu di navbera van herdu hedefan de diçî û tê. Ev ji bo te, giran e. ‘Uqbe vê bersivê dide: Eger gotina min ji Qasidê Xwedê bihîstiye tunebûna, min tehemmula vî karî nedikir. Haris dibêje ku: Li ser vê yekê min ji Îbn Şumase pirsî:

– Ew çi ye?

– Got ku Pêxember (s.a.w) ferman kiriye: “Kesê nîşangêriyê hîn bibe û paşê biterikîne, ne ji me ye. An jî birastî jî wî îsyan kiriye.”[4]

Ên vê hedîsa han şîrove kirine gotine ku ev hedîs diyar dike ku piştî hînbûna nîşangêriyê, jibîrvekirina wê bi sebeb îhmal û dilxaviyê pir mekrûh e.[5]

Hevoka “ne ji me ye” ya ku di hedîsê de dibuhure, ne bi wateya ji dîn derdikeve; belbî bi mena “ew ne di rêya me de ye”, “wî bi fermana me ‘emel nekiriye.” Ango ev tê mena, kesê dev ji van karan berde, jibîr bike wî bi fermana Xwedê ya ku divê her gav amade bin bi cih neaniye.

Mîna ku tê dîtin dema ayet û hedîs bi hev re bên fêhmê, hevsazî û hevkariyekê derdixin holê.



[1] Enfal, 8/60.

[2] Bnh. Muslim, ‘Îmaret, 167 (1917).

[3] Ahmed Davudoğlu, Sahih-i Müslim Tercüme ve Şerhi, İmaret, şîroveya hedîsa 1917.

[4] Muslim, ‘Îmaret, 169 (1919).

[5] Bnh. Davudoğlu, Sahih-i Müslim Tercüme ve Şerhi.