Fetwayen Kurdi
Ma stewrkirina heywanên kedî durist e?

Ma stewrkirina heywanên kedî durist e?

Pirs: Ji aliyê dînî ve, gelo hukmê eqîmkirina pisîkên kedî yên ku li malan tên xwedîkirin çi ye? Di vê mijarê de ma tu fetwa heye? Pisîka li malê tê xwedîkirin, dixwaze derkeve dervê xanî û ji ber pirsgirêkên derdorê rastî xeterên curbicur tê. Lê di heman halî de bi eqîmkirinê jî rewşa wê ya siruştî tê xerakirin. Di dînê me de bo vê mijarê, ma çi biryar hatiye dayin?

Bersiv: Ajalên ku stewrkirin, dê tu feydeyê nede wan û heta dê zirarê jê bibînin, ne durist e. Lê rewşa pisîk û heywanên kedî yên ku li malan tên xwedîkirin, cuda ye. Lewra heywanên ji vî celebî, dema bi ajalên ne ji hawirdora xwe re kom dibin, dibe ku bi nexweşiyên celeb celeb bikevin û ev nexweşî bibe sedemê kurtbûna temenê wan. Stewrkirin ji bo heywanên bi vî awayî, ji zirarê bêhtir feydeyê pêk tîne û heta tê gotin ku temenê wan dirêj jî dike. Ji ber vê yekê heywanên wiha, li gorî rêgeza “rakirina zirarên ku mumkin e were serê wan û pêkanîna feydeyê bo wan”, divê ku stewrkirin caiz be.