Fetwayen Kurdi
Hukmê ku meriv ji yekî pere bistîne û bi zêdetirî lê vegerîne çi ye?

Hukmê ku meriv ji yekî pere bistîne û bi zêdetirî lê vegerîne çi ye?

Pirs: Hukmê ku mirov ji yekî perekî bi deyn bistîne, lê belê ji deynê xwe zêdetir lê vegerîne çi ye?

Bersiv: Eger mirov di dema deyndayinê de bê şertê ku tê zêdetirî deynê min li min vegerînî bide, durist e. Heta di mezhebê Îmam Şafiî de helwesteke wiha, sunet tê qebûlkirin.