Fetwayen Kurdi
Hûn dikarin hedîsa “cihê xeflet lê hatiye serê meriv biguherînin”, rave bikin?

Hûn dikarin hedîsa “cihê xeflet lê hatiye serê meriv biguherînin”, rave bikin?

Pirs: Hûn dikarin hedîsa “Eger xefletê hûn li cihekî girtin, cihê xwe biguherînin.” (Ramûzu’l-Ehadîs, 2-249/7), rave bikin?

Bersiv: Li gorî ku tê ragihandin, Qasidê Xwedê û hevalên xwe di vegera ji cenga Xeyberê, li cihekî qonax vedigirin. Ji ber ku nobedarê wan Bîlal (x.j.q) di xew de dimîne, limêja sibehê li Pêxemberê me û hevalên wî diçe. Li ser vê yekê Pêxemberê me ji hevalên xwe re dibêje: “De heydê rabin, cihê ku xafilî gihaye we biguherînin” û li Bilal ferman dike, ew jî ezanê dixwîne, qamet dike û Pêxemberê me li pêşiya wan limêj dike.”[1]

Tê neqilkirin ku Îmam Qurtubî di derheqê vê hedîsê de wiha gotiye:

“Di derbarê fermana bi guhertina cih de zanyaran îxtilaf kirine ku gelo bi tenê ji bo cihê ku bûyer lê qewimiye yan jî çi cihê ku meriv lê xafil bibe jî derbas dibe. Wekî din, di derheqê guherîna cih de ku gelo xasî bi Pêxemberê me ye yan jî çi kesê xafil bibe, ji bîr bike û di xew de bimîne jî di hundirê xwe de digire de jî îxtilaf kirine. Îmam Xezalî, ji vê hedîsê bi rê ketiye û gotiye ku kirina limêjê li cihê ku bûyer lê qewimiye mekrûh e. Îmam Subkî jî gotiye ku di vê meseleyê de li dijî Xezalî derketine.”[2]

Her wiha Mehmûd Muhemmed Xettab es-Subkî, di revakirina vê hedîsê de wiha gotiye: “Ev hedîs, dibe delîl bo rewabûna guherîna cihê ku tê hizirkirin ku şeytan lê ye.”[3]



[1] Ebû Dawûd, Selat, 11.

[2] Bnh. Muhemmed Zekeriya kurê Yehya el-Qandehlewî, Bezlu’l-Mechûd, Beyrût bê mêjû, III, 253.

[3] Subkî, el-Menhel, IV, 27.