Fetwayen Kurdi
Ma hemî pêxemberan şivantî kirine?

Ma hemî pêxemberan şivantî kirine?

Pirs: Hedîsa “Tu pêxemberekî ku şivantî nekiribe tune ye” gelo sehîh e? Li gorî vê, ma Dawûd û Suleyman pêxember ên ku fermandar bûn jî şivantî kirine?

Bersiv: Li gorî hedîseke ku Ebû Hureyre (x.j.q) radighîne, Qasidê Xwedê wiha kerem kiriye:

– “Her pêxemberên ku Xwedê Teala ew şandine, helbet wan şivantiya dewaran kirine.”

Li ser vê yekê sehabiyan pirsî:

– Ma te jî kiriye?

Pêxemberê me wiha kerem kir:

– “Belê. Min ji ehlê Mekkeyê re bi qerarîta (bi ucret), şivantiya pez kiriye.”[1]

Mîna ku tê dîtin, hedîs di Buxarî de dibuhure, sehîh e. Di hedîsê de nehatiye ragihandin ku tu pêxemberek ji vê hatine îstisankirin. Heta şarihê hedîsên Buxarî, Îbn Hecer di berhema xwe ya bi navê Fethu’l-Barî de di riwayeteke ku xwe dispêre Nesaî, bi awayekî zelal diyar dike ku Mûsa û Dawûd aleyhiselam, şivantî kirine.[2]



[1] Buxarî, Îcare, 2.

[2] Bnh. Îbn Hecer, Fethu’l-Barî, X, 4, “Kitabu’l-Îcare”, babê duyem, şîroveya hedîsa 2262..