Fetwayen Kurdi
Ma limêjek bi navê limêja gorê heye?

Ma limêjek bi navê limêja gorê heye?

Pirs: Tê gotin ku piştî her limêjê, divê du qam limêj bê kirin. Hin kes ji vê re limêja şukr/spasiyê jî dibêjin. Ji limêja ku piştî eşayê tê kirin re jî dibêjin limêja gora nûr. Piştî mirinê ew limêj dê gora meriv bi nûr bike. Ma ev tiştên han rast in?

Bersiv: Limêjeke bi navê limêja gorê yan jî goranûr, tune ye. Lewra îbadet, bi nesê ango bi ayet û kirinên Pêxemberê me sabit dibin. Divê ku îtibar bi xurafeyên wiha -yên ku ne Xwedê Teala ji însanan daxwaz kiriye û ne jî Pêxemberê me tewsiye kiriye-, neyê kirin.