Fetwayen Kurdi
Pîreka bi hemil gava porê xwe kur bike, ma zarokê/a wê dê temenkin be?

Pîreka bi hemil gava porê xwe kur bike, ma zarokê/a wê dê temenkin be?

Pirs: Tê gotin ku kurkirina por ji bo pîrekên ducanî, ne durist e. Eger kur bikin jî zaroka ku biwelide dê temenkin be. Ma ev tişt çiqas rast e?

Bersiv: Di dînê me de çi bo mêran çi jî bo jinan, tu delîlek ku kurkirina por qedexe bike tune ye. Tiştê we bihîstiye, ji xurafeyeke ku di nava civakê de digere, pêk tê. Ji bo pîrekan, ne kurkirina por, belbî ku porê xwe nîşanî kesên biyanî bidin hatiye qedexekirin. Piştî ku ev yeka han li ber çavan hat girtin, bo pîrekê -çi ducanî be çi jî ne ducanî be- tu pirsgirêk di kurkirina por de tune ye.