Fetwayen Kurdi
Divê meriv çi bike ji navika zarokê?

Divê meriv çi bike ji navika zarokê?

Pirs: Ma divê meriv çi bike ji navika zarokê? Di nava gel de baweriya ku cihê lê tê veşartin, dê bandorê li zarokê bike, heye.

Bersiv: Navika zorakê, eger cihekî munasib were dîtin, tê veşartin. Eger neyê dîtin meriv dê têxe nav potekî, kîsikekî û biavêje sergo. Tu esl û kokek ji baweriya di nav gel de belav bûye ku cihê navika zarokê lê hatiye veşartin, dê bandorê lê bike, re tune ye. Taybetmendiyên zarok yên rewiştî û exlaqî, bi perwerde û çavdêriya ji malbat û hawirdorê bidest dixe, pêk tê. Malbat berî navika zarokê, divê ku bifikirin ka dê zarokên xwe çawa perwerde bikin.