Fetwayen Kurdi
Ferqa di navbera bihayê pêşin û bi deyn, gelo dibe faîz?

Ferqa di navbera bihayê pêşin û bi deyn, gelo dibe faîz?

Pirs: Gelo durist e ku mirov ji bihayê pêşin zêdetir, bi deyn tiştekî bikire yan jî bifiroşe?

Bersiv: Durist e ku mirov ji bihayê pêşin cudatir, tiştekî bi deyn bifiroşe. Di vê mijarê de di navbera mezhebên Îslamî de tu ferq tune ye.

Di kirîn û firotineke wiha de pir kes guman dikin ku faîz çêdibe. Lê belê di vir de pere bi mal tê guhertin. Li gorî huqûqa Îslamê, di kirîn an jî firotineke wiha de faîz pêk nayê. Mîna mirov malekî pêşin bi 1.000’î û bi deyn bi 2.000’an bikire yan jî bifiroşe, caiz e. Ferqa di navbera pêşin û deyn de nabe faîz.[1]

Di kirîna bi deyn de divê di gava bazarê de tiştê ku mijara firotinê ye, bihayê wê û dema dayina deyn, xuya be. Dema ev her sê şert hatin cî, ne muhîm e ku di navbera bihayên pêşin û bi deyn de cudahîtî hebe.[2]

Hûn dikarin ji lînka jêr videoyeke ku bi vê mijarê re têkildar e, temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-malin-vadeli-fiyati-pesin-fiyatina-gore-farkli-olabilir-mi.html



[1] Kemaleddîn kurê Humam, Fethul-Qedîr, V, 218, Bulak 1316.

[2] Şemsuddîn es-Seraxsî, el-Mebsût, XIII/8, Babul-Buyû’il-Fasîde, Ji mezhebê Şafiî, Tuhfetul-Muhtac bi Şerhîl-Minhac, II, 37, Babul-Buyû’il-Menhiyyî anha wema yetbe‘uha.