Fetwayen Kurdi
Hedîsa “Jiyana min û mirina min jî, ji we re bi xêr e”, sehîh e?

Hedîsa “Jiyana min û mirina min jî, ji we re bi xêr e”, sehîh e?

Pirs: Di pirtûkeke ku min xwend de hedîseke wiha derbas dibû. Li gorî ku Bezzar ji Ebdullah kurê Mesûd ragihandiye Pêxemberê me wiha kerem kiriye: “Jiyana min bo we bi xêr e. Gava ez bimirim, mirina min jî dîsa bo we bi xêr e. Kar û ‘emelên we, tên pêşberî min. Eger xêrê bibînim, hemd dikim, eger nebaşî û xerabiyê bibînim, bexşandina we ji Xwedê dixwazim.” Hedîseke wiha ma heye, hebe jî gelo sehîh e?

Bersiv: Hedisa ku hûn behsa wê dikin, di berhema Heysemî ya bi navê Mecme‘u’-Zewaid de dibore. (Bnh: IX, 24) Hesyemî diyar kiriye ku Bezzar ev hedîs riwayet kiriye û kesên/rawiyên di sedena wê de derbas dibin, sehîh in ango tu pirsgirêk di heqê wan de tune ye.

Ev hedîs, bi sened û metnên cuda di berhemên mîna Mizanu’l-I‘tidal (1/651) ya Zehebî, Texrîcu’l-Îyha (4/182) ya Îraqî, Xesaisu’l-Kubra (2/281) ya Suyûtî û Keşfu’l-Xifa (1/368-369, jimara hedîsê: 1178) ya ‘Eclûnî û hwd. jî cih girtiye.

Herçiqas ji wan -mîna li jor borî- ên gotibin ku “seneda wê sehîh e” hebin jî ev hedîs, ji aliyê piraniya alimên hedîsê ve, “zeîf” hatiye qebûlkirin. Ji alimên hedîsê yên serdema dawî Nasiruddîn el-Elbanî gotiye ku temamê terîq/rêyên vê hedîsê “zeîf”in, heta hinek jê mewzû ango derewîn in.[1]



[1] Elbanî, es-Silsiletu’d-Deîfe, 2/406.