Fetwayen Kurdi
Ma dibe ku însan, bêhemdî ketibe şirkê?

Ma dibe ku însan, bêhemdî ketibe şirkê?

Pirs: Di hedîseke ku min xwend de Pêxemberê me duayekî wiha dike: “Ey Xweda! Eger bi nezanî min ji Te re hevpar çêkiribin, ez xwe davêjim bexşandina Te. Ey Xweda! Bi zanebûn min şerik ji Te re çêkiribin, dîsa xwe davêjim dergahê Te.” Ji vê hedîsê encama dibe ku mirov bi nezanî jî ji Xwedê şerîk/an çêbike, derdikeve. Hûn dikarin di bara vê hedîsê agahiyan bidin?

Bersiv: Di çend berhemên hedîsê de di derbarê ku Pêxemberê me (s.a.w) duaya li jor borî hînî hin sehabiyên xwe kiriye, hin riwayet hene. Lê belê hema çi bigire di seneda temaman de pirsgirêk heye.[1] Ji ber vê yekê ev hedîs, ji aliyê senedê ve zeîf e.

Lê belê di sûreyê Hucûrat de yên dengê xwe/fikra xwe bi ser ê/ya Pêxember dixin, ji aliye Xwedê ve bi vî awayî, “bêyî ku haya wan ji wan çêbe ‘emelên wan dê pûç bibin”,[2] hatine tehditkirin.

Nexwe li gorî vê ayetê hin caran însan bêyî ku haya wî jê hebe, ji ber kirinên xwe yên şaş dibe ku karên xwe pûç û betal bike. Li gorî Qur’anê, gunehê ku temamê karan betal dike, gunehê herî mezin, şirk e.[3]

Ji vî aliyî ve hedîsa we behsa wê kir, herçiqas seneda we zeîf be jî bi vê ayetê re hevsaz e.



[1] Bnh. el-Heysemî, Mecme‘u’z-Zewaid, X, 223-224.

[2] Bnh. Hucûrat, 49/2.

[3] Bhn. Maide, 5/5; En’am, 6/88; Hûd, 11/16; Zumer, 39/65.